Kukurt ji bo arêşeyên rêyên bêhndanûstandinê, mêlakê û alerjîg pir giring e.
Ji bo sîqala/ dengeya oxsîjen, fonksîyonên mejî, tenduristîya çerm, por û nenûkan hewceye.
Di 100 gramên hinek xidayan de madarê gûdê weha ye:
Di sibit/ tere de 730 milîgram, di lobîyên /fasulî yên hişkkirî de 210 mg, di masîyan de 200 mg, di hêkan de 175 mg, di gêzerê de 180 mg, di karîdesê de 300 mg, di nîskê de 270 mg, di bexdenoz de 190 mg, di pîvazê de 70 mg e.
Lîtyûm (Li)
Lîtyûm ji bo ji holê rakirina nexweşîyên psîkolojîk, depresyon, arêşeyên hirsî, xurifîn, bêxewî, belavbûnên baldarî, guhurînên şexsîyetî, bi derûdorê lihevnekirinê re rolek gelek girink dileyîz e.
Magnezyûm (Mg)
Magnezyûm mîneralek e ku li ser sîstema rehan pir bi bandor e, rehan û jîyan sist dike. Û wek pêşîgirê stresê jî tê nasîn. Ew mîneral çaktir xebitîna mîneralên din pêk tîne. Pêşîya zu betilînan digire, birêkûpêk xebitîna tevahîya xubedanêntûşpî/salgibezî pêk tîne.
Di 100 gramên hinek xidayen de madarê magnêzyûmê weha ye:
Di şoqul/polik/bezelîyên hişk de 730 milîgram, di lobî/fasulîyên hişkkirî de 250 mg, di behîvan de 250 mg, di fisteqan de 150 mg, di bexdenoz de 135 mg e.
Manganez (Mn)
Manganez mîneralek e ku ji bo sîstema hêrs giring e, ji bo xedîbûna mejî û kezî/qas an hewceye. Li gel vîtamîn J û B1 dixebite û dibe alîkarê sîstema givirandin / mehandinê. Di beden de veguhurîna şekirê ji bo enerjîyê pêk tîne û ji bo zayandina jin û mêran zahf giringe.
Molîbden (Mo)
Molîbden dibe alîkarê di mêlakê de depobûna hesin. Di gelek cûreyên zerzewat, fêqî û xidayên ku ji sewalan/heywanan tên peyda dibe.
Nîkel(Nî)
Ji bo nexweşîya şekir mîneralek zehf mihûm e. Di gêzer, kelem, sibit, kivark/ kumik, sîyele/ spanax, pîvaz, hejîr, qeysî/mişmiş û şaneyên hingiv de peyda dibe.
Erê bêhn jê tê, lê derman e
Fêdeyên mewîjan
Bi xwarin û xewê gurçikên xwe biparêzin