Karmendekî dewlemend, dadaşê Erziromê, rojekê gazî parêzerê şirketa (pardarî) xwe kir. Bi hev re xwarin û vexwarin û paşê di nava daristanê de dest bi meşê kirin. Li ser rojevê suhbet dikirin.
Mijara suhbeta wan hate ser Kurdan.
Dadaş got “ Bi ya min be ez yek ferdekî Kurdan bernadim, hemûya bi kujim bela welat aram be .“
Parêzer bê deng ma, dadaş yekser got “ Ezê di dê û jinên wan nim, dawa çi li me dikin lo “ bi kurtasî.
Parêzerê Kurd zivirî ser dadaş û jê re got “ Te gotina xwe got ne wisa? “
Dadaş got “ Erê begê min. “
Parêzer gotê “ Îcar baş guhê xwe bide min hela ez çi dibêjim. “
Dadaş got “ Fermo ez guhdarim. “
werhasil….
Parêzer got “ Ez di jina te nim, ez di bûka te nim, ez di keça te nim, ez di dêya te nim, ez di pîrika te nim. Law kurê kerê, te meydan vala dîtîye û tu didî çêra şerm nakî, ma ez jî Kurd im bêşeref .“
Werhasilî kelam…
Dadaş soromoro bû, nizanîbû çi bike, got “ Na gardaş (bira) te şaş fêm kir, min henek kir; welle bille ez ji Kurdan pir hez dikim “ di dawî de.
Niha bûye mode, bêperwa ji Kurdan re çêr û dijûnan dikin, paşê jî dibên „em bira ne „. De herin qûna xwe li avê xin lo, ne biratîya we û ne jî merivtîya we ji me re ne lazim e. Kûçikbavtîyê nekin bes e oxlim…
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe