Li ser bextê fitne û fesadên başûrê Kurdistanê be, li gora saloxdanên sîxurên Lotikleaksê, dibêjin wê walîyê Duhokê xalê me Temer Remezan di kabîneya nû de cîh bigre û wê bibe „Wezîrê Navxweyî“.
Sîxurên me şeva din seet di 04.30 ê nîvê şevê de ketin dolaba kek Nêçîrvan Barzanî, ev lîsteya ku ji kabîneya nû pêk tê ji bêrîka cakêtê wî derxistin, kopî kirin û dizîn.
Heke ev lîste rast be û ji alî serok Barzanî û parlamentoyê ve bê qebûlkirin, wê xalê me Temer Remezan wezareta navxweyî têxe destê xwe û dest bi lotikên qirase bike.
Em ji niha ve vê lotika xalê xwe Temer Remezan pîroz dikin û di 4 salên pêşerojê de jê re lotikên xurt dixwazin.
Lîsteya kabîneya nû:
1- Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmetê
2- Îmad Ehmed Cîgirê Serok Hikûmetê
3- Rojan Dizeyî wezîrê Dadê
4- Cefer Mistefa Elî wezîrê karûbarê Pêşmergeyan
5- Temer Remezan wezîrê Navxwe
6- Dilşad Osman wezîrê darayî
7- Aştî Hewramî wezîrê samanê siruştî
8- Rêkewt Reşîd, an Aras Ezîz, yê tendirustî
9- Îsmet Xalid yê perwerdeyê
10- Behroz Qeşanî yê avadaniyê
11- Dilşad Şehab, şaredarî û geştûguzarê
12- Elî Seîd, Xwendina bilind
13- Elî Sindî, plandanan
14- Perwîn Kake Heme, karûbarê civakî
15- Kawa Mehmud Şakir, rewşenbîrî û lawan
16- Sebah Ehmed Mihemed, karûbarê şehîd û enfalkiriyan
17- ….. çandinî û jêderên avê (diyar nebûye)
18- Sînan Ebdulxalêq Çelebî, wezîrê pîşesazî û bazirganiyê
19- Enwer Çelebî Sabo, guhestin û gihandinê
20- …. Wezîrê Ewqaf û karûbarê ayînî (diyar nebûye)
21- Yasîn Şêx Ebu Bekir, wezîrê kehrebê
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin