Her ku diçe cîh li Beşarko teng dibe û dibe tirra tirra wî. Çi di nava Sûrîyê de, çi jî di qada navnetewî de, herkes diranên xwe li Beşarko diseqînin û dixwazin ku rojek berî rojekê dev ji desthilatdarîyê berde û bicehime here.
Di vê rewşê de fersendek mezin ji Kurdan re çêbûye. Heke Kurd bi tifaq bin û destên xwe bidin hev, wê di vê rewşa zîz de mafên xwe bistînin û heta bi federasyonê jî bi dest xin. Ji xwe piştî federasyonê jî xwedê kerîm û rehîm e, wê serxwebûn jî ne dûrî federasyonê be.
Axir, Kurdên me ji bo daxwaza federasyonê derketin kuçe û kolanan û dan bin dûvê desthilatdarîya Beşaro. Kurdên ku ji bo federasyonê kirin qarewar, piştgirî dan daxwazên Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûrîyê û federasyon wek mafekî rewa ji Kurdan re dîtin.
Werhasilî kelam, xwedê bikim di demek nêzîk de ev tirr ji dîktatorîya Beşaro re nemîne û Kurd jî bibin xwedîyê federasyonka xwe.
Kî dimîne?
Dimîne Kurdên bakur û Kurdên rojhilat.
Baş xirab li rojhilat herêmek bi navê Kurdistanê heye. Dimîne bakur. Heke Kurdên bakur jî dev ji wê “Demokratîk Cûmhûrîyet”kê berdin û bêjin federasyon, ji xwe xwedê da me û hew.
Federasyon+Federasyon+Federasyon+Federasyon, 4 federasyon dike çi?
Dike serxwebûn!
Wê çi serxwebûn û Kurdistanek qerase ji van her çar federasyonan derkeve law peekkkkkkk, de xwezî bi wê rojê rebbî!
Qamişlo
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin