Hinek ji van hecîyên Tirk birastî jî ehmeqên xwedê ne. Ne tenê ehmeq, herweha zirehmeqên xwedê ne, ker in kuro ker ker…
De binerin, heke ev ne kerîtî be ji xwe ez bi tiştekî nizanim.
Li gora Sînan Tartanoglû di rojnama Cûmhûrîyetê de nivîsandiye, dibêjin qefleyek Tirk çûne Umrê. Di dema umrê de rastî karwanek Erebên bedewî hatine, ew bedewîyên qûnreş û bêderpî. Qefleya Tirk bihîstiye ku di qurana kerîm de behsa mîza devê tê kirin û vexwarina mîza devê wek derman tê qebûlkirin. Belkî di quranê de hedêsek wilo tunebe jî, lê qefleya ehmeq wilo bihîstiye.
Axir, qefleya Tirk radibin şîr û mîza deveyên bedewîyên qûnreş vedixwin û îmana xwe pê taze dikin, wek ava zemzem qurte qurtê ji mîza devê tînin, têr vedixwin û bi dilekî rehet vedigerin Tirkiyê.
Piştî ku tên Tirkiyê, li balafirxanê vîrûs û mîkropên mîza devê li wan tên xezebê, di zikê wan de dest bi şer dikin û qûnê li qefleya Tirk diqetînin. Vîrûsa ku bi navê „alk humra“ tê binavkirin û vîrûsek bêîman e, tirrê ji qefleya Tirk berdide û berê wan dide nexweşxanê.
Di vê derbarê de wekîlê partîya CHP Îhsan Ozkes rabûye ser tapanan, dîn û har bûye û gotiye“Heke hedîsek bi vî awayî di quranê de hebe ne hedîs e, kesên ku mîza devê jî vedixwin cahil in, ji deveyan jî devetir in“ û daye bin dûvê Tirkên cahil.
Ez serê we neêşînim, aha cahiltî û kerîtî ev e gelî xwendevanan. Ma ku qefleya hecîyên Tirk ji deveyan ne devetir bûna, mîza devê vedixwarin?
Erebistan
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe