Osman piştî çil salî pîrekek dît û pê re soz û qewlê xwe kirin yek ku bizewicin. Hat ba firoşkarê xalîça Zîyayê Kurd, jê re got “ Mam Zîya, sê heb xalîçe bide min, ezê daweta xwe bikim û werim emê hesabê xwe bibînin.” Mam Zîya got “ Fermo haliçê xwe biecibîne, hesab dîtin hêsan e. “ Osman xalîçeyên xwe eciband, hilda û çû.
Osman daweta xwe kir û serê sibê wek kevneşopîya Tirkan ew û pîreka xwe çûn geşta şirînmehê.
Osman li kêf û lotikên xwe ye, Mam Zîya jî li benda hesab û pera ye. Çend roj derbas dibe Mam Osman telefonî Osman dike dibê “ Tu li ku mayî ? Ka tu dihat te hesab didît lo “.
Osman dibê “ Ezê werim tu qe neke qisawet “.
Cardin çend roj derbas dibe Mam Zîya dîsa telefonî Osman dike “ Law derewçîn ka tu dihatî? Te hesab didît “.
Osman dibê “ Mam tu meraq neke ezê werim ha “.
Di ser vê axivtinê re pênc roj derbas dibe dîsa Osman nayê. Mam Zîya dest diavêje telefonê, bi hêrs dibê “ Osman tu fedî nakî law, ka tu dihatî? Êê ma tu dixwazî ez ji te re bidim çêra ? Jina te nû ye, ez naxwazim ji wê re bêjim lê ez di dêya te nim. Law kurê kerê tu çima min dixapînî oxlim ? “
Werhasil .
Serê we neêşînim, piştî panzdeh rojan Osman bi rûkenî hat dirêjî destê Mam Zîya kir û got “ Mamo, min piştî çil salî pîrekek bi destê xwe xistiye û em çûne geşta şirînmehê, tu dibê ka hesabê min. Ma ezê dev ji lotika berdim werim, qey ez dînim ? “
Mam Zîya bi şermokî got “ Erê xwarzê tu jî mafdarî lê ji min re jî pere lazimbû “.
Bi ken û laqirdî hesabê xwe dîtin werhasil.
Îcar ev jî wek mesela “Serxwebûna Kurdistanê” bû. Em di şirînmehek xweş de bûn; Mam Celal pê de rît. Goştê elelokan lê ne xweş hat, hişê wî tevlihev kir, rabû di nav şirînmeha me de kir. Mam ma qey tu xirifî yî qurbanekem, an dîn bûyî ? Hema carekê jî bêje „wê Kurdistana serbixwe çêbibe“ ma dinya xira nabe…
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê