Vîtamîna A
Vîtamîn A ya ku di kezeba me de tê depokirin, bedena me ji madeyên xuisardar û nexweşîyan diparêze.Di sîstema xweragirîn û çêbûna proteînan de bi bandor e. Di tevahîya organan de pêşketin, tamîr û mezinbûnê hildigire ser xwe. Ji bo çerm, hestî û por gelek pêdivî ye. Her weha toşbîyê/ bezên tîmûs ku alîkarîyek mezin didin sîstema xweragirînê diparêze û normal xebitîna wan pêk tîne. Heke ji hewcedarîyê zêdetir û demek dirêj bê xebitandin, wê xebata toşbîyên/ bezên tîroît û /hizarpirtik/panqireasê kêm bike. Bi kêmbûna vîtamîna A, di dora çavan de sorbûn, bi şev kêmdîtin, nexweşîyên çerm, zûkalbûn, li hember nexweşîyan bêmeferî û lewazketin, di mezinbûna zarokan de hêdîbûn, li cem zilaman nemêrî û li cem jinan stewrbûn pêk tên.
Di rêyên xweristî re bi destxistina vîtamina A:
Piranî di mêlak/kezeb,tevahîya goştên sor, masî, hilberînîyên ji şîr tên, hêk, pirteqal, sêv, zebeş, gundor/petîx, alûçe, xox û tirî de peyda dibe.
Vîtamîna B1(Thîamîne)
Vîtamîna B1 di xebitîna sîstema hêrsê de gelek bi bandor e. Pêşîya nexweşîyên hêrsî û jarbûnan digire û ji bo kîlogirtinê dibe alîkar. Li hember têrnekirinên bêhndanûstandinê, qebizbûn û bêîştahîyê gelek bi fayde ye.
Di rêyên xweristî re bidestxistina wê:
Lobîyên (fasûlî)hişk, hêk, heyvanê bîra, birincê qahweyî, hilberînîyên deryayî û di tevahîya habûbatan (zerzewat) de peyda dibe. Bi rojane hewcedarîya kesekî 1,5 mîlîgram e.
Vîtamîna B2 (Rîboflavîne)
Vîtamîna B2 ji nêzda bi kezebê re eleqedar e. Guherandina proteîn û karbonhidratan ji bo enerjîyê , jiholêrakirina bêxwînîyê, nûjenkirina soregilokên xwînê, çêbûna antîosîdanan û nûjenbûna tevnên beden pêk tîne. Ji bo berterefkirina edavgirtinên/kurmîbûnên dev, ziman û rûvîkên zirav zêde bikêrhatî ye. Bandora wê ya Di çavan de pêknehatina avareş/katarak bi bandor e,bandora wê ya ji bo nexweşîyên çerm û mîgrenan heye.
Di rêyên xweristî re bidestxistina wê:
Di behîv, heyvanê bîra, penîr, goştê çêlek û mirîşkan, gurçik û genim de peyda dibe.
Vîtamîna B3 (Nîcotnîamîde )
Vîtamîna B3 guhertinên rûn /dohn, proteîn û karbonhîdratên di bedena me de dike enerjî û bi fayde ye. Tekûz xebitîna sîstema givirandinê /mehandinê û rûvikan pêk tîne. Ji bo sererastkirina fonksîyonên mejî, bêhalî, xewarbûn, deprasyon, parastina tendurustîya çerm xwedîyê cihek girîng e.
Di rêyên xweristî re bidestxistina wê :
Herî zêde goştê çêlekan, brokolî, gulkelem, karnebihar, gêzer, penîr, arvanê genimnok, genimê stenbolî, gilgil, hêk, masî, şîr, kartol û bacanên sor/firengî /şamik/ an de peyda dibe.
Vîtamîna B4 (Adenîne)
Vîtamîna B4 ji bo spîgilokên xwînê pir girîng e. Têrzayîn û nûjenkirina hucreyên xwînê pêk tîne. Heke bi qasî hewceye neyê standin, dibe sedemê madarê kêmbûnên spîgilokan.
Di rêyên xweristî re bidestxistina wê :
Di kartol, zerika hêkê, fêqî, kelem, bacanên sor û goşt de peyda dibe.
Erê bêhn jê tê, lê derman e
Fêdeyên mewîjan
Bi xwarin û xewê gurçikên xwe biparêzin