Belê, bela kesek dilê xwe bi dinyayê xweş neke û nebêje ezê her û her mîr û wezîr bim. Mîr jî dibin kizîr û kizîr jî dibin mîr û wezîr.
Wextekî zarokên xalê me Qeddafî di nav zîv û zêran de, di qesr û bircan de dijîyan. Şîrê şêr di eyarê şêr de dihat ber devê wan. Lê dewletên rojava ji bo guhertina rewşa Rojhilata Navîn ew dan ber şeg û pegan û tirr ji wan berdan, ew ji wê jiyana mîr û paşatîyê mehrûm kirin, kirin parsekên devê derîyan.
Kurê xalê me Qeddafî (rehma xwedê lê be, Qeddafî hertim dostanîya Kurdan dikir) Hannîbal û jina wî Alîne kêfa li ser kêfê dikirin. Li bajarê Trablûsê di malekê de wêneyên wan ên „Demokrasîya nav livînê“ hatin bidestxistin. Lê heyf û mixabin e ku ew demokrasîya nav livînê li wan bû jehr û ziqûm û qûş li wan qetiya. Ew rojên wan li paş man û niha her du „Demokratên nav livînê“ bi xewn û xewnerojkên demokrasîya berê rojên xwe diborînin..
Erêêêêê erê….
Bela kes nebê ez çi bûm. Bela bêjin ezê bibim çi?
Lîbya
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin