Di jiyana min de 20ê Gulanê bîranînek şewqedar e. Berî 50 salan û di rojek wekî îro de, ez bûm pêşmerge. Ev bîranîn timî ji bo min çavkaniya şanaziya herî mezin e.
Min 20ê Gulana 1962an li geliyê Bêxme peywendî li gel baregeha Barzaniyê nemir danî û bi fermî çûm nava rêzên pêşmergeyan. Rewşa siyasî ya berî şoreşê û piştî şoreşê, rewşek derxistibû holê ku bavê me piraniya demê dûrî mal û xêzanê be. Lewra min daxwaza xwe ya ji bo peywendîkirina bi rêzên şoreşê re bi nameyekê ji bavê xwe re şand. Tevî rezameniya bavê min, pejirandina birayê min Idrîs û mamê min Şêx Bawo, piştî van hemûyan jî pêwîst bû ez rezamendiya mezinê me Şêx Ehmed Barzanî werbigrim. Hûrîtiyên çawaniya peywendîkirina min a bi şoreşa Eylûlê û rêzên pêşmergeyan, di berga sêyemîn a pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de, di beşa şoreşa Eylûlê de behsa wê hatiye kirin. Heta niha jî bîrhatina kêlî bi kêlî çawaniya çûyîna min a ber bi pêşmergayetî û baregeha Barzanî ve, ji min re keyfxweşî ye û beşek ji bîranînên jiyana min ên herî xweş e.
Di wî temenî de daxwaza min a ji bo çûna nav rêzên pêşmergeyan, çavkaniya xwe ji şanaziyek mezin a bi navê pêşmerge digre, lewra di jiyanê de şanaziya min a herî mezin jî çûyîna nava rêzên pêşmergeyan bû.
Ez bi hêvî û baweriyek zêde bûm pêşmerge. Baweriya bi rewatiya doza Kurd û hêvîya serkeftinê ya bingehê baweriya pêşmergayetiyê ye. Wek pêşmergeyên din armanca me xebata ji bo azadiya niştiman û bidestxistina mafên rewa yên Kurd, xebata ji bo bidestxistina kerameta (mezinahî) Kurd a li beramberî hemû hewlên jinavbirina gelê Kurd bû. Ez timî paldarê berdewamîyê me, min xwe ji xebatê dûr nexistiye û ev jî rihê pêşmergayetiyê bû. Di hemû evrazî û nişîviyên qonaxên cuda cuda yên xebat û guhertinan de, di erk û berpirsyartiyê de tekane tiştê li gel min nedihat guhertin, ew rihê pêşmergayetiyê bû.
Piştî 50 salên xebata siyasî û pêşmergayetî, saniyekê jî ji baweriya ku ez pê bûme pêşmerge kêm nebûye û heta bihêztir bûye. Ji Zaxoyê heta Pêncwîn, ez gund bi gundên Kurdistanê geriyame. Gelek caran li gel heval û biraderan bi hev re bûn û piştî çend saetekê cenazeyê wan hatiye. Vê yekê jî wisan kiriye ku hezkirina xak û xelkê Kurdistanê li gel xwîna min tevlihev bibe. Li gel min pir ecêb e, hinek kes wisa texmîn bikin ku piştî 50 salên xebat û pêşmergayetiya min, ez dest ji wê dozê bernadim ku min hemû temenê xwe di ber de daye.
Ezmûna pêşmergayetiyê ji min re qonaxa herî mezin bû û di wê dibistanê de jî, me pêşmergeyan mamostayekî mezin ê wek Barzaniyê nemir hebû. Şîretên Barzaniyê nemir, çi wek bavekî û çi jî wek rêberekî rêya nîşandana jiyan û xebata min bû. Ez dikarim bêjim heyvanê xweragiriya di xebatê de, ev şîreta bavê min ku „Di şikestinê de bê hêvî nebin û di serkeftinê de jî bi ser xwe ve neçin“ bû.
Niha di encama xebat û qurbaniyên zêde yên hêzên pêşmerge, tevayî çîn û beşên gelê me de, pirsa Kurd pêşveçûnek mezin dîtiye. Hewara xwe gihandina xwedê û pişta xwe bi girêdana hêz û îradeya gel, wê destkeftiyek zêdetir jî bi dest bê. Di vê navberê de tiştê pêwîst ew e ku hemû aliyên me rihê xebata pêşmergayetiyê di nava xwe de biparêzin û berjewendiyên bilind ên gel di ser hemû berjewendiyek din de deynin. Di vê demê de ji her demê zêdetir pêwîstî bi xebata paqij heye û ji bo em kêmasiyan çareser bikin, daxwazên gel ji reform, veqetandina jiyanek hêja û paraztina kerameta wan bê mîsogerkirin. Yekrêziya me ya niha, garantiya berdewama serkeftina me ye. Paraztina vê yekrêziyê jî, erka li ser milê hemû aliyekî ye. Xebata me berdewam e û armanca me ew e ku em bi rêyên aştiyane bigihin hemû armancên xwe. Ti hêzek jî nikare rê li daxwazên gelekî yekgirtî bigre.
Hêjaye ez di vê gotarê de serê xwe ji bo hemû pêşmergeyên ku rihê xwe ji bo serbilindiya gel û welat feda kirine bitewînim û rêzê ji wan re bigrim. Bîranîna hemû hevalên me yên di eniya şer de û yên îro li her cihekî ku lê bin, rêzdariyên min ji bo wan hene û daxwaza min serkeftin û berdewambûna wan e.
Heta ez li jiyanê bim, ezê pêşmergeyê Kurdistanê bim.
M. Barzanî
(Rûdaw)
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!