Cara yekem bû, emê li lîztika tîma netewî ya Kurdistanê li ser ekrana TV bi zindî temase bikin.
Berzanê min (7 salî) ala Kurdistan amade kiriye û bê sebir em malê hemû li hêvîya destpêka lîztikê ne.
Welhasil, lîztikê dest pê kir. Dema tîma Kurdistan gol avêt em hemû ji kêfa re ji cîh rabûn û me kir qêrîn.
Berzanê min tev ala xwe derkete ser balkonê. Him al dihejand û him bi dengekî bilind digot „Kurdistan..Kurdistan“ û dida lotikan.
Ez bixwe pir hez ji goka lingan dikim, di ciwanîyê de min jî dilîzt. Tîma ez jê hez dikim jî heye (ne tîmên Tirka ne),dema golan davêje yan bi ser dikeve, ez dikim qêrîn û kêfxwes dibim.
Lê qêrîn û kêfxweşîya ji bo gola tîma Kurdistan tiştekî din bû, cuda bû. ji dil û kezebê bû!
Weke hozanê me xalê Sivan gotiye
Çawa dayikên xelkê nabin dayika me ra
Welatê xelkê jî nabin welatê me ra
Ez jî dibêm „Tîmên xelkê jî nabin tîmên me ra“.
Rehmetî xalê Emîn û hevalekî xwe diçin bajêr. Dema li bajêr digerin, dibînin ku mirov li qadekê civiyane. Ew jî dikevin nav wan, dinêrin ku 15-20 xort bi dû gokekê de baz didin.
Xalê Emîn ji yekî dipirse:
– Ev xortana çi dikin?
Zilam dibê:
-Evana bi fûtbolê dilîzin.
Xalê Emin cara yekeme ku lîztikek weha dibihîze.
Hinekî li lîztikê temaşe dike, lê qet nakeve serê wî û xweşîya wî naçe
Pîyê hevalê xwe digre û dibê:
-De were em herin lo, dev ji van ehmeqan berde, hemû weke keran mezin in û bi dû gokekê ketine. Ma ne şerm me?
Lawo heryek ji xwe re gokekê bikirin û pê bilîzin, ma çima hûn hemû weke keran bi dû gokekê de baz didin?
Em bi hêvîya wê rojê ne, ew roja ne bi çek û pevçûn, bi tîma topa lingan bêne himber tîma Tirk, Ereb û Farisan.
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe