Erê welle, pirsa Kurd nemaye, bi vekirina TRT6ê pirsa Kurd qediyaye û tenê pirsgirêkên hemwelatîyên Kasimpaşalî Receb hene.
Serokwezîrê Tirkên sererd û binerd sayin bejindirêj Kasimpaşalî Receb, vê carê pirsa PKK û Kurdan ji hev cuda kir û nexist xurcikekê. Li gora Erdogan, pirsa Kurdî nemaye, pirsa Kurdî bi vekirina TRT6ê û çend lotikên germik û nermik hatiye çareserkirin û xilas bûye.
Maye çi?
Maye pirsgirêkên hemwelatîyên wî yên Kurd (yanî Kurdên ku bi binyata xwe Kurd in lê bi xwe Tirk in).
Sayin Receb efendî dîsa lotikek avêtiye û di civînekê de gotiye: “Bi xêr û selamet, her roja ku diçe em pirsgirêkên hemwelatîyên xwe yên Kurd jî xilas dikin û qûşê lê diqetînin. Me projeyek qerase derxistiye holê, navê wê projeyê jî “Projeya bratî û yekîtîya netewî ” ye, ne PKK û ne jî dûvikê wê BDP kare vê bratîyê xirab bike” filan û fîstan.
Erê welle. Projeya bratî û yekîtîya netewî! Wey merheba ji vê projeyê re, ji vê bratîya sexte re!
Law oxlim, ji sala 1071ê ve hûn van “projeyên bratî û yekîtîya netewî” dixin jiyanê, ma dawî li van projeyên we nayên cîgerim?
Projeya “Bratî û yekîtîya netewî” ha?
Kuro law hewce nake hûn proje û mrojeyên bratî û yekîtîya netewî derxin holê û mesrefa xwe bikin qardaşim, va ji xwe PKK û HAK-PAR dibêjin “Kurd û Tirk wek goşt û hestî ne, em naxwazin ji Tirkan veqetin, em Kurdistanek serbixwe naxwazin” û projeyên bratî û yekîtîya netewî çêdikin babam, çima hûnê mesrefek zêde li projeyan bidin û butçeya dewletê kêm bikin sayin Receb? Ma xwedê ji we stendiye? Va Kurd bi xwe xizmetê ji projeyên we re dikin wî…..
Werhasilî kelam, Erdogan “Projeya bratî û yekîtîya netewî” derxistiye holê, PKK û xalê me Fehmî Demîr ê HAK-PAR ê jî belaş, bê pare vê projeya Erdogan dixin jiyanê û dibêjin “Kurd û Tirk wek goşt û nenûkê ne, em Kurdistanek serbixwe naxwazin, Demokratîk Cimhûrîyet û Federasyon çêtir in, netew-dewlet bi kêrî Kurdan nayê” û hefsar dixin stuyê Kurdên xwelîser.
Îcar ka bêjin qurban:
Kîjan proje baş e?
Projeya Kasimpaşalî Receb, yan projeya PKK û xalê me Fehmî Demîr?
Yan herdu jî şorba nîskê ne?
Enqere
Qedera Kurdan ketiye destê Tirk û Ereban
Nivîskarên bê pênûs, rizgarîxwazên bê çek
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin