Tiliyên bi taya jibîrkirinê ketine

Ka ji min re bêje…
 tu bi qedrê xwedê kî…
xwedayê di dilê te de dijî…
çawa xwe fêrî hatinên poşmaniyê bikim ?

çawe ev kewên li ser dilê min difrin
fêrî melevaniyê bikim ?
çawe lehiyê fêrî sebir û hedanê bikim ?
ka bêje min ?
 ez xatir xwestina te bi kîjan pînosê binvîsînim?
li ser çi rûpelê xêz bikim?
 mane destê min bi taya jibîrkirinê ketine
 û bihna gazinan ji wan tê!
 tiliyê min jî weriyane!.
 De bêje loo
dil bi kulo loo….
 mane te narînkên  xwe jî ne gotin
( bukê delalê rabe xwe karke
 şûşa miskê bi serê xwe dake
 zava şêrîne xortekî pake )
erê…
 te narînkên xwe jî negotin!
vedenga dilê te ji arbaneyên derwêşa dihat
xewnên daşta hesinan ber bi ava Seqlanê Mema û kaniya Xeyda ve diçû.
hêviyên  dil bi kul xwe sipartin darê miradan.
Erê…
 te helbesta herî şêrîn
 li ber dilê xwe jî ne got
 (şoxo şengê zûhre rengê.. dil ji min bir dil ji min
awerîn heybet pelingê.. dil jimin bir dil ji min)
erê loo
dil bi kulo loo!.
 ka ji min re bêje…
 ez xatir xwestina te bi kijan salê…
 bi kîjan bûyer û malwêraniyê ve girêbidim?
 bi salên koçberiyê ve ?
 bi salên perfa sor û zivisatanên sar ve ?
yan bi salên enfal û kîmya baranê ve?
 ka bêje
ewleya te bi kîjan ronahiyê tê?
 mane ronahiya heyvê jî ne ji ya evîndarkî bendemayî pitir e.
de bêje…
 bêje

Xendan

About The Author