Xalê Memo hinek hiş sivik e, jê re “Memoyê Dînik” dibêjin. Ji alîyê malê dinê de jî feqîr û xizan e. Salê carek ji Divrika Sêwazê bi rê dikeve, tê li ba hembajarî û gundîyên xwe pere berhev dike û bi vî awayî debara xwe dike. Hembajarî jê gelek hez dikin, hesreta welêt bi gotinên Memoyê Dînik hinekî divemirînin.
Memo ji welêt hatiye, hembajarîyan dor lê girtine. Bi henek û laqirdî suhbet dikin. Her yek jê tiştek pirs dike, Memo jî bi qasî zanîna xwe dibersivîne.
Remezan got “ Memo, di gund de kes nemaye, hûn çend malbat in, Hisik, Ûsiv hûn êvara têne ba hev gelo ? “
Memo got “ Na “
Remezan berdewam kir “ Çima lo ? Ma şeva we çawa derbas dibe? “
Memo got “ Wele kes naçe ba kesî, em hema dinin hev û radizên, şeva me wisa derbas dibe “
Yên li wê derê bi kena ji xwe ve çûn.
Hecî Qeya got “ Memo, meta min qe çi dike rewşa wê çawaye? “
Memo got “ Rewşa meta te baş e, wê çi bike ? Pozê xwe bi ser quzê xwe de berjêr kiriye û diponije “
Hecî Qeya şerm kir û poşmam bû ku meta xwe pirskir werhasil.
Di van rojên dawî de rewşa Kurdan jî ne baş e. Hinekên sererd û binerd li ser xwîna Kurdan dixwazin bi deh salan şerê qirêj bidomînin, yên din jî wek metê diponijin mixabin.
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê