Çi hatibe serê Kurdan ji ber şerê brakujîyê hatiye serê wan. Yekîtî û tifaq stûna serketin û serfirazîyê ye, pêşeroja azadî û serxwebûnê ye.
Serok Barzanî wek her car dîsa mezinatîya xwe nîşan da û partîyên Kurdên Sûrî anîn ba hev û li ser çend xalên girîng li hev kirin. Evê tifaqê kêfa me pir anî, serê me bilind kir û hêvîyek mezin da me.
Xalên ku lotikvanên Kurdên Sûrî li ser li hev kirin ev in qurban:
1- Divê lihevhatina Hewlêrê wek bingeh bê qeblkirin û ji bo jiyandina wê mekanîzmayek bê avakirin.
2- Di vê rewşa zîz de dezgehek bê avakirin ku karibe li ser babetên stratejîk û siyasî biryarê bide û navê vê dezgehê „Konseya Bilind a Kurd“ be.
3- 3 komîte bên avakirin ji bo ku çalakîyan bişopîne.
4- Dawî li dijberîya di çapemenîyê de bê.
5- Şermezarkirina şiddetê û lidijderketina her tiştên ku dibe sedema xirakirina rewşa Kurdistanê.
6- Wek bingeh qebûlkirina lihevhatina Hewlêrê.
7- Piştî îmzekirinê bi 2 hefteyan komisyonek bê avakirin.
Û filan û bêvan..
Axir, xwedayê mezin gotiye „Tifaq ez li ser rezaq“. Ango „Bi tifaq bin ez bi we re me“.
Û serok Barzanî çi got?
Heman gotin got. „Bi tifaq bin ezê hertim li pişta we bim“.
Îcar qurban, çi kesê ku tifaq û yekîtîya Kurdan nexwaze ne ji me ye!
Çi kesê ku bibe sebebê şerê brakujî û dijminatîya Kurdan ne ji me ye!
Çi kesê ku ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî, hizbayetî û malbatî doza Kurd û Kurdistanê bifroşe, dîsa ne ji me ye!
Xwedê mala wî bibe mîratê yê ku tifaq û yekîtîya Kurdan nexwaze û hûn sax…..
Hêvî dikim ev peyman nebe wek peymana gur û berxikê 🙂 Gelo PYD li ser soza xwe be !
Min jî li ser meseleya Rojava li vir gelek caran behsa heman tishtî kir! De xem nake bila bash be bila dereng be!
Kurdewar u cendek ji reveberiya ve malpere ma hun nikarin be dijminatiya PKK du digotina binivisenin????