Di mitînga BDP a Amedê de qiyamet rabû. Polîsên dewleta AKP û Fethûllah Gulen xoce efendîlerî, bi çavsorî êrîşî xwepêşangeran kirin û gellek Kurd brîndar kirin, xwîna wan rêtin. Bi taybet wekîlên BDP lotikên mezin xwarin û ketin ber xezeba polîsên dewleta AKP.
Bi vê êrîşê carek din eşkere bû ku dewleta Kasimpaşalî Receb du alî dilîze, wek polîsê qenc û polîsê xirab bi Kurdan dilîze. Kasimpaşalî yê ku dixwaze bi çend gav û lotikên piçûk çavê Kurdan biseyîne û wan koro-moro bike, rê nade ku Kurd karibin di qada siyaseta legal de xwe îfade bikin û çalakîyên xwe bikin.
Werhasilî kelam, xwedayê mezin gotiye „Kufir dom dike lê zilm dom nake“. Helbet wê rojek ji rojan dagîrkerên Kurdistnê di bin stûnên zilma xwe de biperçiqin û wê Kurd jî serbest, azad û serbixwe bijîn.
De xwedê ji zaliman re nehêle rebbî…
Amed
Bi tundî şermezar dikim, çawa qêmîşî xaltikên me yê sererd kirin wey tifûûû li we û heftê heft bavê we be !