Kurdên me yên Sêwasî berê bi pişt gerandinê cacim difrotin. Gund bi gund, bajar bi bajar digerîyan, bi wî awayî debara xwe dikirin. Gelek serpêhatîyên wan yên balkêş hene. Yek ji wan jî ya hatîye serê Osmano ye.
Osmano û Hesen meha remezanê bi rojî ne, diçin hêla Bêlecûkê navçeya Bozoyûkê caciman difroşin. Cacimên xwe didin pişta xwe û dikevin kolanan, jinikek di pencerê de deng li Osmano dike û dibê “ Hela were malê ez li cacimên te mêzekim, ku ez bipejirînim ezê bistînim. “
Osmano wê çaxê xortekî qeşeng e, diçe malê caciman vedike. Jinik ji nişke ve xwe diavêje ser cacimê û şeqê xwe vedike, Osmano wek boxekî dikeve ser singa jinikê û dilê xwe rehet dike werhasil.
Ber ve êvarê Osmano û Hesen têne ba hev, cacimên xwe datînin xanê. Wê biçin li aşxanekê fitara xwe vekin.
Osmano dibê “ Law Heso, bi qesem ez nan naxwim. “
Hesen dibê “ Çima kuro, ma tu ne bi rojî yî ? “
Osmano neçar ya hatîye serî ji Hesen re vedibêje.
Osmano dibê “ Divê ez ewil destnimêjê bigrim, bi cenabetî nan xwarin heram e. “
Hesen dibê “ Ê law tu bi rojî dinî jinikê helal e, xwarin herame ne ?”
Radibin diçin avdêstxaneyê, bi tasê bi ava sar Osmano destnimêjê digre, paşê diçin fitara xwe vedikin.
Ev jî wek mesela me Kurda û ya dagirkera ye. Mafê Kurdan nadin, Kurdan dikujin, diperçiqînin û di rojîyê de qala ‘helal û heram’ dikin.
Rojîya we betale, qe xwe nexapînin û devê xwe wek devê keran girê nedin cîgerim…
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe