Di demên berê de pisporek hebûye, bi zanyarîya xwe bersiva gelek tiştan daye û bersivandiye. Mîrovekî jê tehamul nekiriye, xwe bi xwe sond xwariye û gotiye: „Ezê li hember civatê pirsek wisa jê bikim ku ew nikaribe bersivekê bide“.
Hin kes bi meraq jê dipirsin:
– Tê çi jê pirs bikî?
-Ezê bêjim „di nav lepên min de pepulek heye, mirî ye yan zindî ye“ û ji wî pirs bikim. Ger ew bêje mirî ye ezê pepulê azad bikim, na ku bêje ew zindî ye ezê lepên xwe biguvêşim û têde wê pepulê bikujim. Bila gotina wî nebe.
Piştre diçe cem wî pisporî, li wê derê civat jî hazir û amadeye û ew ji wî pisporî pirs dike:
-Tu yê ku bi her tiştî zanî, gelo ev pepulê ku di destê min de ye mirî ye yan zindî ye?
Pispor dibersivîne:
-Ew di destê te de ye..
Di dema îroyîn de li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê gelek bûyerên ku mirov pê piştrast û coş bibe çêdibin.
Gelê me yê bindest û perçiqandî tifaqa xwe pêk tîne û li hember xwînmêjan bi can û xwîn li ber xwe didin û bi çalakîyên kesanedîtî tevgera netewî ji pêşve dibin..
İro roj roj a me Kurdan e û firsendek mezin ketiye ber destê me..
Diyare dema ku gel îrada xwe li serokan ango li tîrananên ku ji bo berjewendperest û dijminên gel in girê nedin, wê ji bo azadî û rizgarîya xwe wek ba û bahozê bigerin, pêşve herin. Bi xwe tevger wisa diherike..
Divê em jî ji hin bûyeran dersê derxînin, bi aqil, bi tifaq û bi stratejîyek netewî bi rê kevin..
Wek ku yê pispor gotiye;
Koletî yan jî azadî ew di destê me de ye!
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî