Ji bo perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdekirina mamosteyên Kurdî, 2 hezar û 582 namzetan serî li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê xist. Ev hejmarek ne kêm e, rekor e. Di nav van namzetan de Tirk û Ereb jî hene. Hinek namzetên Tirk û Ereb jî serî li zanîngehê dane, dixwazin Kurdî hîn bibin û bibin mamosteyên zimanê Kurdî. Xuyaye ev jî nîşana rojên xêrê ne. Heke Tirk û Ereb jî bixwazin Kurdî hîn bibin û wek mamoste derza Kurdî bidin, ev lotik ciyê kêfxweşîyê ye.
Di nav namzet û serlêderan de mamosteyên Kurd yên ku bi salan mamostetîya zimanê Tirkî kirine û piştî demek dirêj dixwazin êdî xizmeta zimanê xwe bikin, pir in. Meselen wek xalê me Tahir Sîdar ê 52 salî.
Xalê Tahir 27 salan mamostetîya zimanê Tirkî kiriye. Lê êdî kezeba wî ji bo zimanê wî, ji bo mamostetîya zimanê Kurdî dişewite û piştî temenek 52 salî, dixwaze xizmeta zimanê bav û kalên xwe bike, dev ji zîtirkên Tirkî berde û dest bi lotikên Kurdî bike.
Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê halîhazir kontenjan ji bo 500 kesî vekiriye. Lê di pêşerojê de wê ev kontenjan zêdetir bibe. Ji bo kontenjana 500 kesî serlêdana 2 hezar û 582 namzetan, rekorek mezin e, hezkirin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî nîşan dide. Wek dibêjin „Ev lêlê ye, lolo jî hîna maye“. Xuyaye gava derfetên azadî û perwerdeya zimanê Kurdî berfirehtir bibin, wê ne 2 hezar 582 kes, lê belkî 200 hezar mamosteyên Kurdî jî xwe ji xizmeta zimanê Kurdî re amade bikin.
De xwezî bi wê rojê….
Mêrdîn
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe