Bi şoreşa serkeftî ya li Misrê re meydan fireh bûye, wek herkesî sofîk jî gihane heqê xwe û vêga ew didine lotikan.
Îcar ji bo ku bi rehetî lotikên xwe bavêjin û mirîdan zêde bikin, jinên Misrî kanalek televîzyonê ya bi navê ”Maria” vekirine. Min bihîst ku di vê kanala nû de tenê jin kar dikin. Ew hem li pêş kamera ne, hem li paş.
Ê de îcar were û xwe bigre!
Kêfa min hat, bi xewn û xeyalên şil û şêrîn ez bezîme ber televizyonê û piştî kefteleftek du saetan, min kanal peyda kir. Min çavên xwe beq kirin, lê xwezî min nekiriba. Ez ji nişkê ve recifîm. Heçî dihat û diçû cilê wan reş; te ne didît jin e, mêr e, bacana reş e, kundirê boyaxkirî ye çi ye.
Min rabû li ser navê Lotikxanê ji Fatim xatûna kanalê re telefon vekir û pirsî bê ji bo çi wan di şûna televîzyonê de radyo nevekirine.
Wê got:
”Pepû, pepû li min qirikê! Dengê jinan di radyo de dikare seksî were û mêr wêneyên heram bînin ber çavên xwe. Lê bi xêra van çarşefan çaxê mêr li me dinerin ji tirsan tu fikr û xeyalên heram nakin”.
De em çi bêjin. Hema xwedê me ji we bihefizîne, peşkên we negihîne sofîkên me û hew….
ez fám nakim ew kin u nefreta we ji bona Islamé cimaye? Gelé Kurd Islamiyet qebul kírye u daye ser cavé xwu.Hun sosyalist u nizanim cik alist ci dixwazi?Lotiké xwu mestir nebijin ku bra kes lotiké we li nav cawé nexine !!!
bı xwedê mın got qey kêzik in. Kêzika gûgerênik.