Piştî ku Bûbê Eser dest bi nivîsên „Ergenekoncîyên Kurd“ kir, navê xalê me Seyitxan Mercan jî di nava nivîsên wî re derbas bû.
Êêêêêêê, ma xalê me Seyitxan bê bersiv dimîne? Na, nabe..
Xalê me Seyitxan Mercan, di bersiva xwe de xwe paraztiye, Bûbê Eser daye ber lotikan û bang li „Berpirsiyarên KUK“ ê kiriye.
Çi gotiye xalê me Mercan?
Gotiye: „Binerin cîgerim, banga min ji hemû mensûbên KUK ê re ev e, keremkin em bicivin û hesab bipirsin, hûn vê nakin dev ji bêbextiya berdin û gote gotên vala belav nekin“ û daye ser pişta wan.
Axir, ez serê we neêşînim, xalê me Seyitxan Mercan berpirs û rêvebirên kevn û nuh ê KUK ê bangî civînek giştî kiriye û gotiye „werin em hesab ji hev bipirsin“ filan û bêvan.
Gelo ji vê lotikê xweştir lotik heye?
Ji vê rastîyê xweştir rastî heye?
Çima berpirsên KUK ê ev rêxistina qerase ji hev tarûmar kirin?
Çima parçe kirin?
Ji bo çi, ji ber çi sedemê?
Çima kesek hesabê vî barê giran nade?
Çima wîjdanê kesekî najene û hesab ji berpirsên KUK ê naxwaze?
Çi heqê we li vê rêxistina welatperwer hebû ku we ew ji hev tarûmar kir oxlim?
Yan hûn tev gunahkar in, sûcdar in ku kesek ji we newêre rastîyan eşkere bike?
Gelo bi vê „bêdengîya“ xwe hûn rûn li ser nanê dewletê û Ergenekoncîyan nakin?
Werhasilî kelam, xalê me Seyitxan Mercan gavek baş avêtiye, berpirsiyarên kevn û nuh ên KUK ê dawetî hesabdan û hesabpirsînê dike.
Ez bawer nakim gunikreşek derkeve û bê hesab bide yan hesab bistîne, lê bawer bikin wê her endamek KUK ê li axretê destê xwe têxin qirika wan û hesabê KUK ê ji wan berpirsiyaran bixwazin.
Stockholm
Ferq
22/09/2012 | 23:46
Bi rastî mijarek gelek girînge. Lê bi yekî mîna Bûbê Eser ê ku, ne dîroka KUK ê ya ji 1981 ê virde zane û ne jî ti lêkolîn li ser kes û got got a kiriye re minaqeşe kirin çiqas rast e nizanim. Ji ber vê jî, wê ev minaqeşe tenê bi siviktiya Bûbê Eser nemîne, di heman demê de wê eşkere kirina hin pirsa jî beravêtî bibe. Mesele bi reyaqsiyonên şaxsî nayên zelal kirin. Hadê em bên di derheqê Daraf Bîlek de serokê Jîtemê Arîf Dogan, boxtan yan jî îddîak avet holê; ev nayê wê manê ku Daraf endamê Jîtemê ye. Lê Bûbê, bêy ku ti tiştî raxe ortê û ez İddîa dikim ku, Bûbê pirtûka Arif Dogan nexwendiye û bi bihîstina çîrokên ser tenûra xeber dide!!!!!!!! Werhasil, ez minaqeşe kirina pirsa tabiî dibînim;ger ew bi kesê rast ve bê mineqeşe kirin. Ez banga Seyitxan Mercan di cî de dibînim, lê mineqeşa bi însanê dîroka KUK ê nizane re û tenê jibo di kaniya gûn de birî ve bê mineqeşe kirin ne rast dibînim. Hevalno….. Hê mirekeba nivîsa boxtanê Bûbê ya di derheqê Laleş Qaso de ku, nivîsarê qerase wek min go;hêj mirekeba nivîsa vî ziwa nebûbû, rabû EZİR NAME yek qerase weşand û jirber boxtanê xwe ez re xwe ji Laleş xwest. Wehasil nivîskarê weyî kirase tirto wala ye, hej mirekeba nivîsa wî ya boxtanê di derheqê Seyitxan û Gûndikîde sar nebû, rabû ezrê xwe ji wan jî xwest. Cigerlerîm……. Jibo selameta pêşeroja me bakûriya werin gûh bidin banga Seyitxan û temamê TKDP/KUK çiyan b^nin cem hev.
bi rasti tistê ku „Sofi“ Seydo dike, ne karekî tam li cî ye. Xwedê jê razî ma cima nabî serî û wesa di nêvê de dêlî? Tu jî û Bûbê jî.. Bûbê „bêhemdî“ buxtanek li te kir, lê hedefa Bûbê ciyekî din bû. Ne „Sofî“ Seydo bû. Îcarê li gor dorê dor hat „Sofî“ Seydo yê me û ew dest avêt palesûka ´hinekan´ ku navê wan nade?????!!!!!!!!!!! Lê ji Bûbê re jî te got „ew nav nade.“ Vaye tu jî ti nav nadî lê dibêjî filankes(an) û bêvankes(an). Me fam kir. Di nav KUKê de lêpirsînek kûr û dûr lazimîye îro. Dor dora KUKê ye. Serokên kevn û ên nuh hemû gerek werin hesab bidin ji xelkê re! Yan na, em ê lîsteya serokatiya PDK-I KUK û van tistik-mistikên wan ên kevn û dawî tevde raxin ber cavan. Yek bi yek. „Sofî“ Seydo navan nade, lê em ê bidin. Pirs jî gelekin:
Wek Astengkirina serê cekdari, firotina tozê û cekan, têkiliyên bi MITa Cizîr û Diyarbekrê re, bi JITEMê re, serê PKK û KUKê, mirina Elî Kino û gelek kustin û mirinên din ên bi guman.
Bela hema „Sofî“ Seydo û qelemsor Bûbê navê wan jî gotibana. Ma ci dibû? Ma ew ji ci ditirsin heyrano? Ji van qû…n ku êdî nikarin tiliya xwe ya bicûk jî bilivînin? Van neyar û kurmên darê ên li nav xelkê Kurd ku ci kulav û dolabên mezin li ser serê xelkê Kurd gerandin? Ew wesan bawerin ku ev wê ji bo wan bimîne?????
Bı Taybeti dıvé hemu rézdar u berpırsiyarén vé tevgeré yén kevn u hebe yén nu bıcıvin ango nézıki hevudu bın u bersiveki rast derxınin holé.Diroka KUK é dur u dıréj e Dıvé seride Diroka TKDP béte zelalkırın ku ew bıngehyeki taybetiye.Pıştre yén ku dızanın u dı wi waride mirovén çé u zana nın u dı nav réxıstınéde xwedi mesuliyetin..xér u guneh dıkeve lı ser stüyé ewan.. Mın dı ser vi mıjari kevırén ku dı péşa mınde hebun vala kır.u nıvisek dur u dıréj bı tırki lékır u weşand..mıxabın dınya ker.lal bu..bédengiyek çé bu..tu aliyan xeber nayé..mın hın şexsiyetanre nıvisand xwe ker kır../ezé navé wanan ji péşerojéde bela bıkım..dı gel hın pırsén taybeti…bı xwe bersiv dan ewé bıdın nedan ji wa gemaré ku hatiye raxıstın ewé bı wan ve bızelıqi…
Hêjeyan,
Min baş fêmkir ku gelek ji heval û dostên min yên berê niha gelekî ji min acizin. Çima hûn dizanin? Ji ber ku min di jiyana xwe ya siyasî de tu caran şelaftî nekiriye, min tu caran ji bona berjewendiya sexsî ji ber derewan serî dananiye. Min her car rastî gotiye. Ji ber ku rastî agire loma kesên xwe nêzîkî vî agirî dikin, dişewetin. Loma jî îro kêm kes rastiyê dibêjin.
Mesela perçekirina rêxistina me (PDKT_KUK), min vekir û êdî ev munaqeşe wê her berdewam bike, heta ku rastî derkeve holê. Kes vê nabêjin û hin dixwazin bêbextiyan li min bikin. Yekem car dîsa ez bûm ku min mijara ergenekona Kurdan vekir û vê munaqeşê jî dest pêkir, wê ev jî raneweste heta ku rastiya wê jî derkev e.
Ji nav kesên ku rêxistina me baş nas dikin, yek jê jî ez im. Lê hin kesên bi navê sexte ku ez nizanin ew kîne, di xizmeta kê dene, dixwazin bi derew û bextreşiyên xwe min pûç bikin. Ev jî ne vêrekî û durustiye. Kî bi navê xwe yê rast, min rexne bikin, kêmaniyên min bêjin,ez spasî wan bikin.
Helbet şaşiyên min jî hene wê hebin jî. Lê kesên ji ber şaşiyên xwe bikaribin uzrê xwe bixwazin di nav me kurdan de hema hema tune ne. Lê ez bi serbilindayî ji ber şaşiyên xwe uzrê xwe dixwazim. Ji ber ku uzirxwestin camêrî û wêrekî ye. Loma ez vê dikim.
Îcar bila herkes kumê xwe deynin ber xwe, baş xwe û kesên din bifikirin, kê çi xizmet kiriye, kê çi bedel daye bila bibînin. Wê demê kî çiye jî wê derkeve holê.
Silav û rêz.