Asîmîlasyona ku destpêka wê nizanim digihê kîjan tarîxê û paşxaneyê, bandoreke mezin û ecêb li ser me Kurdan çêkiriye. Vê asîmîlasyonê bandoreke wisa li ser me çêkiriye ku qodên me yên zêhnî ji her hêlê ve di bin bandora atmosfera dagirkerên me de ne.
Zimanê me, fikrên me, bîr û baweriyên me, mejiyê me, zêhnê me, xewnên me, evînên me, biwêjên me û heta rabûn û rûniştina me, bi temamî li gorî eqliyet û fîraseta serdestên me teşe û şekil girtiye.
Çand, ne çanda me ye, adet ne adetên me ne, ziman ne zimanê me ye, bîr û bawerî ne wê bîr û baweriya ku ji kevneşopiya tarîxa me daweriviye û hatiye roja îro, mejiyê me û zêhnê me li gorî wasiteyên enformasyona hêzên serdest dixebitin, xewnên me ji me biyanî ne, evînên me çêkirî û teqlîd in, biwêjên ku em di axaftinê de bi kar tînin ji sedî 70-80 îdxal in, rabûn û rûniştina me li gorî jiyana takekesî ku mezin û biçûkê xwe nas nake saz bûye.
Bi kurt û Kurmancî… çand û adetên ku em li serê dimeşin bi piranî ne aîdî me ne.
Zimanê me Kurdî ye, lê em bi Tirkî diaxivin. Dema ku mijar dibe xemxurî û hesasiyeta ziman, em xwe sist dikin û çend gotinên li ser girîngiya zimanê xwe bi lêv dikin, lê gava ku mijar ne ew be, em toz û dûmanê ji zimanê Tirkî radikin û em edebiyateke nedîtî “parçalamiş” dikin ji zimanê qesasên xwe…
Hesasiyeta me ya li ser zimanê me, wekî çûna ber keşîşê dêrê ye ku em gunehê xwe bidin efûkirin. Piştî ku me gunehê xwe da efûkirin û wijdanê me rehet bû, em dîsa dikarin toza peyvan ji dûmana Tirkî rakin… çi li me tê ev ziman!
Fikrên me ji her hêlê ve îdxal in. Çepîtî, îslamîstî, egzîstansiyalîstî, lîberalî, demokratî û anarşîzma me, bi temamî ji dervayî şert û mercên me ava bûne. Me çepîtiya xwe, îslamîstiya xwe, lîberaliya xwe, demokratiya xwe û anarşîzma xwe ji Tirkan hîn kiriye.
Çanda me ya îslamîzmê ji Tirkan hatiye girtin. Me ji çavkaniyên îslamî vekolîn nekirine û me li ser bîr û baweriya Îslamê berhem dernexistine. Em li dîroka xwe nezîvirîne û me ji sermiyanê xwe yê 1400 salî perspektîfeke xwemalî neafirandiye. Quran û sunnet ji bo me nebûne jêder ku em bîr û baweriyên xwe li ser wan ava bikin. Pêşengiya vê ji hêla çend îslamîstên Tirk an jî çend kesên mejî-Tirk hatiye kirin û van kesan nêrîna Îslamê ya berfireh di wî eqlê xwe yê biçûk de hebis kirine û bi wî awayî parzûnkirî pêşkêşî me kirine. Êş û jana ku em dikşînin jî encamê vê ye: “eqlê sivik, barê giran.” Me ev bar li xwe kiriye û wekî mêşa gêj, newal bi newal digerin. Yan jî em wekî masiyekî gêjok ketine tora îslamîstên Tirk. Em xwe çi qasî xwe diçirpînin jî em nikarin xwe jê xelas bikin. Piştre ew çirpîna me dibe perpitîn û em nefesa xwe ya dawîn di rêya bêheşiyê de didin.
Qedera çepgiriya me jî heman qeder e. Ango, eger çandeke çepîtiyê di nav me de hebe, me ew jî ji Tirkan girtiye. Îdeolog û pêşengên wê Tirk in. Mesela me Manîfestoya Komînist bi perspektîfeke Kurdî û Kurdistanî nexwendiye û me fêm nekiriye. Me li gorî eqliyet û fîraseta Hikmet Kıvılcımlı, Deniz Gezmiş, Mihribelli an jî İbrahim Kaypakkaya xwendiye û fêm kiriye. Fîraseta van jî fîraseteke li gorî berjewendiyên milletê Tirkiyê ye. Fikrên wan û têkoşîna wan li ser hîmên “Xelasiya Tirkiyê” ava bûye. Ev jî yên herî baş in. Yên din bi temamî antîkapîtalîst, antîemperyalîst û “Tam Bağımsız Türkiye”ci ne. Grup Yorum’a ku dema me navê wê dibihîst em diketin transê û stranên wê her dem û wextî li ser zimanê me û di guhên me de bûn, halê wê yê herî baş xeta “Tam Bağımsız Türkiye” ye… Me navekî giran li xwe kiriye û me maleke wêran li pey xwe hiştiye.
Mejiyê me û zêhnê me bi qodên îdeolojiya serdest dixebitin. Eger ew ji me re bibêje, eşîrtî xerab e, emê wisa qebûl bikin. Eger ew bêje, pêşverûbûn, bi xweşûştina ji eşîrtiyê ye, emê di gavê de xwe jê bişon û bi ya wan bikin.
Lê belê di nav Kurdan de çanda eşîrtiyê serdest e û Kurd bi eşîrbûna xwe, xwe dipesînin. Belê di jiyana asîmîlebûyî de, jiyan û adetên takekesî û bêperwayî serdest e û kesên ku eşîr in jî rastî heqaretê tên. Tu dibînî ku „eşîrbûn“ û „eşîrtî“ sedemê heqaret û tinazan e: „ma tu hê eşîr î?“ „ma te hê ev adetên feodal terk nekirine?“ „ma tu hê li pey wê eşîrtiya berê yî?“ û hwd.
Belê kabira nizane ku tişta wî dike „şexsiyet“ û nasnameyekê didiyê ew „eşîrbûn“ e. Ev rewş jî daxeke kûr e, derdekî bêderman e.
Xewnên me dagirkirî ne, lewra em xewnên xwe bi zimanên biyanî dibînin. Ev jî elametê wê ye ku em bûne biyaniyên xwe. Em xerîbên xwe ne.
Evînên me bi temamî çêkirî û teqlîd in. Me hê di vî warî de peyva “hezkirin”ê peyda nekiriye. Me hê peyvên ku zimanê hal bi zimanê gotinê bide der, nedîtine. Dema ku mejiyê we ne safî be û hezkirina we ne safî be hûnê di şûna “sevi seviyorum”ê de bêjin: “ez ji te hez dikim” û hûnê millet gazî nimêja zimanê xwe bikin. Lewra hûn bi “ez ji te hez dikim”ê dîsa mexdûr û muqellidê çanda serdest in. Ma hezkirin çêkiriyî ye ku zimanê wê jî çêkirî be? Ax kanî ew kêliyên evîna safî ku klamên “dilê min li ser te heye”, “dilê min ketiye te” li ser lêvan dinehwirîn?
Biwêjên me bi yekcarê têk çûne û em bûne esîr û bengiyê biwêjên Tirkî. Ji xeynî vê sosret û ecêba giran ew e ku Kurd dikin nakin xwe ji navlêkirinên dijminan û serdestan xelas nakin. Kurdên me yên ku paşnavên dewleta dagirker daye wan qebûl nakin û dixwazin ku biguherînin, dîsa dikevine heman xetere û di nav heman nakokiyê de digevizin. Kabirayê me dibêje qey ez tiştekî pir baş dikim û helwesteke neteweyî nîşan didim. Paşnavê kabirayê me „taş“ be, dike „kevir“, „kılıç“ be dike „şûr“, „çelik“ ve dike „pola“, „aydın“ be dike „ronahî“, „aslan“ be dike „şêr“, „aslanoğlu“ be dike „kurê şêran“, „kurtoğlu“ be dike „kurê guran“ û hwd.
Li gorî vê rewşê, dê „Türkoğlu“ jî bibe „Kurê Tirkan“…
Hey mala minê, em çi Kurdewar in..!
Beroj
Hesabê sûkê û malê li hev derneket
Ma Îmralî û Navenda Şerê Cîhanê heval!
Ma kes kare vî gunikreşî bigire