Bavê Baş-Ewladê Fahş!

                                                                „Dîyarî ji bo rahmetîyê bavê min…“

 

Bav û law li ser tilmekî rûniştine.

Law sê salî ye û zimanê wî nuh digere…

Ji wan wê de li ser avahîyekê hêlînek heye; di wê hêlînê de leglegekê çêlikên xwe di bin basikên xwe de veşartine…

Çavê law bi leglegê dikeve û meraq dike.

– Bavo ew çîye?

– Legleg e berxê min!

– Bavo ew çîye?

– Leglege bav bi qurbano!

Piştî kêlîyekê…

– Bavo ew çîye?

– Legleg e ez bi heyrano!

– Bavo ew çîye?

– Legleg e bavê bavê xweyo!

Û ev pirs her berdewam dike û bi heman bêhnfirehî û sebrê bav jî dibersivîne…

Sal diqulipin, bav yextîyar, law mezin dibe, dibe zilam û dîsa li ser heman tilmî rûniştine. Ji wan wê de wek her car legleg di hêlîna xwe de ye…

Çavê bav bi leglegê dikeve û ji lawê xwe dipirse.

– Lawê min ew çîye?

– Legleg e!

– lawê min ew çîye?

– Legleg e, legleg…!

Piştî kêlîyekê…

– Lawê min ew çîye?

– Bavo legleg e, legleg e! Ma tu kerr î, yan tu bi qastî wiha dikî?

Bav serê xwe bera ber xwe dide û aciz dibe, xemgîn dibe. Serê xwe radike û li lawê xwe dinêre. Bi awayekî dilşewat dibêje, „Erê berxê min erê. Dema tu zarok bûyî, zimanê te nuh digerîya. Çavên te çi didîtin, ji bo te dibû meraq û te lê dipirsî… Rojekê wek nuha dîsa em li ser vî tilmikî rûniştîbûn û ew legleg jî di hêlîna xwe de bû. Belkî sed carî te got, „bavo ew çîye?“ bi heman bêhnfirehî û sebrê û zimanşêrînîyê min got, „lawê min legleg e…“ „Berxê min legleg e…“ „Bav bi qurban legleg e…“ „Bav bi heyran legleg e…“ „Bavê bavê xwe legleg e…“

Min sê caran ji te pirsî, di cara sisîyan de te xwe aciz kir û te got legleg e, legleg e! Ma tu kerr î, yan tu bi qastî wiha dikî?“

Heyfa bavên baş ku ewladên fahş bi pey wan dikeve…!

About The Author