Di salên nodî de Şemo ( Şemdîn Sakik) li devera Mûşê nêzî gundê xwe li serê çîya ye. Gundê wan nêzîkê Qûlpê ye, gerîla çend cerdevanan (qoricî) serdest dikin.
Wextê cerdevanan dibin ba Şemo, mêze dike yek ji wan jî berê şivanê wan bûye, navê wî Hesko ye. Lê Hesko Şemo nas nake. Şemo dibê “ Tu li Zengokê şivan bû ne wisa ? “
Hesko dibêje “ Erê ez şivanê wî gundî bûm. “
Şemo dibê “ Tu çima cerdevanîyê dikî ? Cerdevanî bêşerefî ye (bêrûmetî) ma tu nizanî ? “
Hesko serê xwe dike ber xwe û dibê “ Belê wele bêşerefî ye, lê perê wê xweş e. “
Hesko soz û peyman dide ku çek berde û êdî cerdevanîyê neke. Gerîla Hesko azad dikin werhasil.
Xelkê gund bi vê bûyerê dihese, carê yek ji Hesko pirs dike dibên “ Cerdevanî çawa bû ? “
Bersiva Hesko “ Erê wele cerdevanî bêşerefî bû, lê perê wê xweş bû “ bi kurtasî.
Ev jî wek mesela parlamenterên Ataturkperestên di nav BDPê de ne, dibên “ Erê bi dengdayîna gelê Kurd parlamenterî baş e, perê wê jî herî xweş e.” Lê behsa şerefê nakin. Heçê kesên ev Ataturkperest anîn kirin bela serê me, gelo wê kengî fedî bikin ?
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe