Ezê herim Xuristan Muristan

Pîrê danê xwe dikuta, dîk hat nikilê xwe lêxist, pîrê jî şûnikê xwe avêtê, çavê dîk rijand. Dîk got: Ezê herim Xuristan Muristan, bînim leşkerkî giran, ser Pîra du diran, çavê min rijand ji bo libek dan. Dîk çû çû çû, pêrgî Gundor hat.

Gundor: Ha dîko !

Dîk: Quzelqurta bavê dîko!

Gundor: Ma ez bê çi?

Dîk: Bê Dîkil axa!

Gundor: Dîkil axa tu ê herî ku?

Dîk: Ezê herim Xuristan Muristan, bînim leşkerkî giran, ser Pîra du diran, çavê min rijand ji bo libek dan

Gundor: Ma tu min jî bi xwe re nabî?

Dîk: Berê.

Gundor bi xwe re bir û çûn çûn çûn pêrgî mar hatin.

Mar: Ha Dîko!

Dîk: Quzelqurta bavê dîko!

Mar: Ma ez bê çi?

Dîk: Bê Dîkil axa!

Mar: Dîkil axa tu ê herî ku?

Dîk: Ezê herim Xuristan Muristan, bînim leşkerkî giran, ser Pîra du diran, çavê min rijand ji bo libek dan

Mar: Ma tu min jî bi xwe re nabî?

Dîk: Berê.

Mar bi xwe re bir û çûn çûn çûn pêrgî Gêrikê hatin. Gêrik jî wek mesela Gundor û Mar bi wan re bû heval. Piştre pêrgî Dûvpişk tên û wî jî bi xwe re dibin û Dîk bi wî leşkerî vedigere ser Pîra du diran.

Dîk çû ser dîwar, Gundor çû ser xanî, Mar xwe li stûnê gerand, Dûvpişk ket sola Pîrê û Gêrik jî ket nav cihê wê. Pîra du diran dema êvarê hat ket nava cihê xwe, Gêrik ket nav laşê wê û devlêkirê. Pîrê laşê xwe xurand lê çara Pîrê nebû, rabû ser xwe lempê vêxîne, li reşyê destê xwe da stûnê, Mar pê veda, kir hawar û çû sola xwe xist lingê xwe, Dûvpişk pê veda, kir qêrîn û derket devê derî, Gundor bi ser de ket û ew perçiqand, dîk jî li ser dîwêr got: Qîqîqîîî, min heyfa xwe ji Pîrê hilanî…!

Mesela dîk û pîra me, mesela Axdar Ibrahîmî û kurê wê dêlika Qerdaha ye. Dema şoreşa Sûrîyê dest pê kir, ji roja pêşî de wan çete û mafyayan gotin: Yan Asad û yan li Sûrîya ne teled û ne weled! Yan Asad û yan şewitandina Sûrîya, ji Qamişlo heta Darhalbalad! Asad Xwedê û Xwedê Asad e!

Ev bûn bîst meh ku kurê wê dêlîkê, bi tank û top û firokan, bi hemû çekên giran li vê xelkê dide, Sûrîya kavil kir, wêran kir, bi deh hezaran xelk hatin kuştin, bi sed hezaran hatin girtin, bi melyonan koçber bûn, bi dehan bajar bi erdê re rastkirin û êdî Sûrîyê bi dehan sal navegere wek berê. Piştî vê tofanê, vê malwêranîyê, vê rûreşîyê û qephetîya sedsala bîst û yekê, ji nûve dîko (Axdar Ibrahîmî) hatiye, dixwaze vê xwînê rawestîne. Çû Xuristan û Îranistanê mar dît, çû Îraqistanê dûvpişk dît, çû Misristan û Libnanistanê kurê Nasrûlşaytan dît û li Urdinistanê Padîşah dît û piştre jî wê biçe Wêranistan û Kavilistanê (Sûrîyê) kurê Ejdeha bibîne. Bi vê gerê, tirro dixwaze xwînê rawestîne û riwên rûreşan qaşo hinekî sipî bike.

Ez bi telaqê jina Ahmedî Nejad kim, bi igala Malikî kim, bi kofya Sofî Anan kim û bi gopalê Axdar Ibrahîmî kim, ne xocayê Xidir, ne Mûhemedê Erebî, ne Îsayê Mesîhî û ne jî Mûsayê Yahûdî dikarin vî şerî rawestînin! Ev şer, tenê bi rûxandina rêjîma qirikdirêjo dawî dibe, ev dawîlêhatin jî bi hêz û quwetê diqede û hûn sax!

 

About The Author