Hilbijartinên li Tirkiyê nêzîk dibin. Bi vê ve girêdayî hem şerê PKK û AKP û hem jî nîqaşên li ser destpêkirina mizakere û hevdîtinên “OSLO” yek din, berdewam in. Wek tê zanin, berî hilbijartinan hertim behsa aştî û mizakereyan tê kirin. Tê kirin û tê destpêkirin da ku hilbijartin bi aramî derbas bibin. Berî hilbijartinan û di dema hilbijartinan de hinek sozên xweş tên dan, peyv û gotinên xweş tên kirin. Lê piştî hilbijartin temam bûn, êdî lotik dest pê dikin, bêhna şer û êrîşan dîsa difûre.
Tam di dema mizakereyên li Îmralî û hevdîtinên li OSLO yê, hinek provokasyon yan jî lîztikên ku mizakereyan têk bibin, hatin kirin. Hevdîtin û mizakere sekinîn û ji wê rojê ve şerê navbera AKP û PKK didome. Çi hikmet be PKK ji alîyekî rê li ber mizakereyan girt û dest bi şer kir (wek ku Dûran Kalkan got me stratejîya şer daye ber xwe), ji alîyê din dîsa hevdîtina bi Ocalan re wek şertê yekem ê pêkhatina aştîyê dide pêş. Madem rêya çareserîyê mizakereyên bi Ocalan û Îmralî re ye û emê dîsa vegerin serê mijarê, çima darbe li mizakere û hevdîtinên li OSLO yê hat xistin? Heta niha jî kesekî bersiva vî tiştî nedaye. Çima şer? Çima têkbirina mizakereyan? Û çima dîsa destpêkirina mizakereyan!?
Ev alîyek meselê ye..
Alîyek din jî ev e ku ji alîyekî hilbijartinên li Tirkiyê nêzîk dibin, şerê AKP û PKK û rûdanên li rojavayê Kurdistanê (binxetê) rojeva Tirkiyê germ kiriye. Pêşketin û tifaqa Kurdên Sûrîyê, nîşanên têkçûna Beşar Esed û xurtbûna destketinên Kurdên Sûrîyê, çavê hinek alîyan tirsandiye, ditirsîne. Bi taybet dewleta Tirk ji destketinên Kurdên Sûrîyê çavtirsandî bûye û ditirse ku Kurdên binxetê jî wek Kurdên başûr bibin xwedîyê statuyek xurt. Herçiqas PYD jî wek PKK “Xweserîya Demokratîk” dixwaze û doza federasyon yan serxwebûnê nake jî, lê herkes zane ku yekîtîya rêxistin û partîyên rojava bi alîkarî û bandora serok Barzanî hatiye pêkanîn û bandora Barzanî û PDK jî li ser Kurdên Sûrîyê pir e. Heke ne ji hewldana serok Barzanî bûya, belkî niha partîyên Kurd şerê hev jî bikira û xwîna hev jî birijanda. Lê serok Barzanî rê li ber şerê birakujîyê girt, rêxistin û partîyên Kurdên rojava anîn ba hev û rêbazek bi wan da îmzekirin. Lê çi hikmet be ev rastî û helwesta malbata Barzanîyan ji alî PKK û çapemenîya wê ve tê berevajîkirin û PDK wek alîgir û hevkarê AKP û dewleta Tirk tê nîşandan.
Berî demekê ajansa ANF (ku ajansa PKK ye) belgeyek sexte weşand û îddîa kir ku xwedêgiravî Amerîka, Îsraîl, Tirkiye, hikûmeta Kurdistanê (PDK) û rêxistinên Kurdên rojava yên ji derveyî PDY ji bo têkbirina PYD li Hewlêrê civînek nehênî kirine û biryar dane ku PYD ji holê rakin. ANF û senarîstên vê ajansê helwest û hewldanên serok Barzanî yên ku partîyên Kurdên rojava kirin yek binpê kir, ji bîr kir û înkar kir. Heke birastî hikûmeta Kurdistanê têkbirina PYD ji xwe re kiriba armanc, çima wê partîyên Kurdên rojava banîna cem hev, çima wê rê li ber şerê brakujîyê bigirta? Heke PDK û malbata Barzanî di paraztina berjewendîyên Kurd û Kurdistanî de ne zîz û hesas bûna, PYD jî di nav de çima wê bibûna alîkarê yekîtîya wan û damezirandina Civata Bilind a Kurdên Sûrîyê?
Bi ser evqas hewldan, dilpakî û xêrxwazî malbata Barzanî, dîsa di rojnameya PKK a Ozgur Polîtîka de, bi navê Huseyîn Alî nivîsek pir dijwar, nivîsek rûreşî û dijminatî li dijî PDK û Barzanîyan hat nivîsandin. Binerin (http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=14001)
Di vê nivîsandinê de PDK rasterast wek şirîk û hevparê AKP tê destnîşankirin û PDK di refê dijminande tê dîtin. Kî çi dibêje bila bêje, kurmê şîrî heta pîrî ye. Îdeolojî û rêbaza PKK a berî salên 80 î çi bû, îro jî ew e. Her tiştî bi xwe dest pê dike û li gora berjewendîyên xwe diparzinîne. Çi li hesabê wan bê baş e, çi li hesabê wan neyê xirab e, tirşikçîtî û xayintî ye. Kî hevalê wan be baş e, pêxember e, kî ne hevalê wan be tirşikçî, xayîn û noker e. Mixabin ev siyaset îro jî berdewam e..
Alîyek din ê meselê jî ev e..
PDK û malbata Barzanî tucarî bi çavê dijminatî li PKK nenerîne. Her çiqasî PKK di dema xwe de şerê wan jî kiribe û xwîna bi sedan pêşmergeyan rijandibe jî, PDK û siyaseta malbata Barzanî bi çavê “partîyek Kurd û Kurdistanî” nêzîkî PKK bûye û her xêra wê xwestiye. PDK û Barzanî îro jî heman helwestê li beramber PKK dimeşînin. Ji bo xwîna xort û keçên Kurd zêdetir neyê rijandin, bi her awayî dixwazin bibin alîkarê rawestandina şer û çareserkirina şerê navbera AKP û PKK.
Di vê derbarê de yek ji wan kesên ku dixwaze bibe alîkarê rawestandina şer û pêkhatina aştîyê kek Nêçîrvan Barzanî ye.
Serokwezîrê Kurdistanê kek Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvînên van demên nêzîk de peyamên pir erênî dan çapemenîyê. Bi taybet ji bo rawestandina şer û pêkhatina aştîyê helwestek bi xêr danî. Di daxuyanîyên kek Nêçîr de carek din girîngîpêdana PKK derdikeve holê, carek din PKK wek partî û hêzek Kurd tê dîtin. Her çiqas çapemenîya PKK malbata Barzanî û PDK di refê AKP û wek şirîkê Tirkan bibîne jî, lê kek Nêçîrvan nakeve û neketiye wan xeletîyan û tew dixwaze di navbera AKP û PKK de wek “garantor” rola xwe bilîze.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya BBC de bi taybet bal kişand ser sê xalên girîng:
1- Herêma Kurdistanê amadeye di navbera Tirkiye û PKK de qasidîyê bike û bibe garantor
2- Divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên sererastkirin. Ger Tirkiye bi rastî dixwaze pirsa PKKê çareser bike, divê bi PKKê û heta bi serokê wê Ocalan re hevdîtinan bike.
3- Pêşniyara ku bila PKK bê şert û merc çekan deyne, tiştekî dûrî aqila ye. Divê berî her tiştî PKK û Tirkiye şer rawestînin. Divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên baş kirin û ji bo çareserkirina pirsa Kurd, dest bi hevdîtinên ciddî bên kirin
Ev her sê pêşniyaz pêşniyazên aqilane, erênî û hetta daxwazên PKK bi xwe ne jî. PKK li bakurê Kurdistanê hêza herî xurt, hêza çekdar û desthilatdar e. Ev rastîyek e, nayê înkarkirin. Şer jî bi PKK re dibe û aştî jî bi PKK re çêdibe. Hevdîtinên bi Ocalan re, baştirkirina şert û mercên wî mafekî mirovane ye, hem daxwaza PKK û hem jî daxwaza BDP ye jî. Lê qasidî û garantorîya herêma Kurdistanê û bi taybet garantorîya malbata Barzanî, bi serê xwe xalek girîng e.
Başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe. PDK di vê pêşveçûnê de rola sereke dilîze. Di warê aborî de di navbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê de hevgirêdanek xurt heye. Di navbera herdu dewletan de bi milyar dolaran bazirganî tê kirin. Herêma Kurdistanê hem ji bo Tirkiyê, hem ji bo PKK, hem ji bo herêmê û dewletên dinyayê cîhê pêbawerî û cazîbê ye. Bi taybet siyaset, helwest û kesayetîya serok Barzanî êdî ji alî herkesî ve tê pejirandin, tê rêzgirtin û pêbawerkirin. Ji herkesî zêdetir garantorî û qasidîya herêma Kurdistanê wê aştî û lihevhatinek bingehîn di navbera Tirkiyê û PKK de pêk bîne. Heke birastî herdu alî – AKP û PKK- aştîyê dixwazin û bixwazin ew aştî li ser bingehek rasteqîn û bi garantorîyek saxlem pêk bê, garantorîya herî maqûl û pêbawer herêma Kurdistanû, PDK û Barzanî ne. Ji ber ku PDK û Barzanî di herêmê de hêza herî xurt û mayende ne, hêza herî pêbawer û xwedî erk in, wê garantorîya wan ne zirar lê kar û fêdeyek mezin be. Divê ev pêşniyaz bi taybet ji alî PKK ve baş bê nirxandin, baş bê pîvandin û divê PKK baş zanibe ku PDK ne dijmin lê dostê wan e, dostê berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ne û ji Kurdan pê ve dostê Kurdan tunene.
Listikèn kemalistan u felbàzen devletèn tirkan gelèkin.Bi egid u merxasen kùrdan listikan dilizin.xema aysel tugluk u Apo,ye ciwanen kùrd jiyan ji dest didin.