Li ser bextê lotikvanên rojnama Rûdaw be, dibêjin yek ji berpirsên PDK û kesayetê navdar ê parêzgeha Dihokê Elî Şingarî çend lotik di derbarê gendelî û mafyayê de avêtine û destê xwe xistiye bin kevir.
Li gora Elî Şingarî dibêje, li parêzgeha Dihokê gendelî gîhaye astek herî bilind û mafyayê jî dest avêtiye her warî, di her cîhî de kon vedaye.
Xalê me Elî Şingarî lotikek li PDK û endamên wê jî xistiye û gotiye ku „ Piraniya wan ne di asta pêwîst de ne, di 13. kongreya PDKê de nûbûn nebû. Ji xwe ji nîvî zêdetirî endamên kongreyê ne hêjayî wê yekê bûn bibin endam û niha pêwîst nake hinek kes di serkirdayetiya PDKê de bin” filan û bêvan.
Elî Şingarî di derbarê lotika mafyayê de jî dibêje: “Ez dixwazim bêjim li Dihokê mafya peyda bûye û desthilata wê li ser her tiştekî heye. Lewra pêwîste PDK pêngavên ciddî bavêje. Pêwîste hemû berpirsên Dihokê, ligel yên leşkerî û sivîl biguherîne. Raste hinek berpirs hatine rakirin, lê gotinek pêşiyan heye û dibêje, ‘Duvikê mar nebire, serê mar bibire.’ Niha duvikê mar birîne û serê mar hiştine” filan û bêvan.
Axir, li ser bextê xalê me Elî Şingarî be, heke rast be, gendelî û mafyayê parêzgeha Dihokê wek lehîyê daye ber xwe û lotikan li xelkê dixin..
Xwedê bikim derew be. Lê ku rast be ditirsim mafya û gendelî berê xwe bidin Hewlêrê jî ellahwekîl…
Dihok
http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/15828.html
Bi serè 7 bave min sond u kesem.gendeli u mafia ji bakur berbi ba§ur veki bàe rè§ bàvi§kè.