Hinek mirov çûbûn goristanê, serdana mirîyên xwe dikirin. Dîtin waye mêrek di ser gorekê de wisa digirî, lê yê xwe bikuje ! Bi girîna wî kezeba meriv diperite, parçe parçe dibe.
Yekî got “ Bra mirin fermana xweda ye, gunehkar nebe, xwedê bi rihma xwe şa ke. Te xwe kuşt bra negrî wîî. “ Mêrik hinek rawestîya, cardin kire feryad û fîxan dest bi girî kir.
Yê din got “ Bra mirî kî ye ? Dêya te ye, bavê te ye an zarokê te ye ? “
Zilam hêsirên çavê xwe bi destmalê paqij kir û bersivand.
Got: “ Wele ne dêya min e û ne jî bavê min e . Ev mêrê jina min yê yekem e, hûn zanin ez çima digirîm.”
Got: “ Tu çima ji bo wî digirî ? “
Zilam got: “ Ev bû çar sal ez her roj têm bi ser gora wî de digirîm. Xwezî nemira û ev jinik jî neba bela serê min, ji bo wê ez digirîm “ Werhasil.
Bi rastî îro em hemû digirîn, ji bo girtîyên ku ketine greva birçîbûnê. Welatparêz in, şoreşger in, Kurd in, ka em çawa ji bo wan negirîn ?
Rèwiyè kal.Yabo tu gelek zanayi.xwezi isotci ne keta nav lepèn xale xwuna.Ew giryan u figan bo isotciyè qunikre§è.
Ê ku ew defdena gostê berxa dixwun heyfa