Min yek dîbû dev biçûk bû, rûwê wêna genimî bû
Pir ciwan bû û şêrîn bû, pir çavê hingivî lê tê
Ji kerba wê bûme kala, ez bûme wek wan evdala
Çawa wê here ji bala, pir çavê hingivî lê tê
Xeftan li xwe kir kevokê, derketibû ji serşokê
Por berdabû ser kabokê, pir çavê hingivî lê tê
Ew burhê wê qelemkirî, ruwê şehîk ne hilkirî
Hiş û mêjî dibê ji serî, pir çavê hingivî lê tê
Ew meşa wê ya kubarî, dixe nava sêlek arî
Ma wê gelek serî xwarî, pir çavê hingivî lê tê
Ji bîra min naçe xeyal, ma çawa were xewa min
Av venaxum ez naxum nan, pir çavê hingivî lê tê
19.12.84.
Kà beji bo mamè xwu Barzan;ev kiyè? qiza kèye.kelina vè cendiyè?
Ê erê kuro ma „Pir çavê hingivî lê tê“ ji xwe li vê binerin kuro !
Ez ne şairim lê ÇAVÊ GINGIVÎ tuneyi çê nabi û hew.
Sofî Xelefê Zivingî