Heso xortekî hinek hiş sivik bû. Rojekê çû ber çemê Mûradê, bala xwe dayê waye di golek kêm av de gelek masî hene. Heso kete nav avê, bi destê xwe gelek masîyên gir girt. Masîyên xwe bi çeqelekî dara bîyê vekir, bi çoyê xwe re kir û avêt ser milê xwe berê xwe da gund.
Fatoya fênek got “ Kuro ew çi ne ? “
Heso got “ Wî meta Fato tu nizanî ev çi ne ? Ev masî ne, masî. “
Fato got “ Heso erê ez zanim masî ne, tuyê çi bikî ji wan masîyan ? “ Heso got “ Metê ezê bibin bipijînim bixwim. “
Fato got “ Kuro lawo pepûûûk te masî serjênekirine, ew mirdar bûne. Masîyên mirdar jî heram in nayê xwarin.”
Heso ji Fato bawer kir û masîyên ser milê xwe avêt û çû malê. Fatoya fênek ew masî berhev kirin û bir pijand û bi noşîcanî xwar.
Îro jî hinek fedaîyên ser erd û bin erd dibên xwendina xwendegehî mirdarîye, nahêlin zarokên Kurda bixwînin. Lê zarokên giregiran di kolejên taybet de di zanîngehên bijarte de dixwînin. Pêşeroja Kurda tarî nekin, nezan û nexwenda gelo wê bi kêrî çi bên heyran ?!
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê