Mendo zilamek dînomîno bû, wexta fabrîqeya şekir li Mûşê çêbû, ew jî di fabrîqeyê de bû karker. Mendo gor dilê xwe gor kêfa xwe dixebitî, ne serkar ne jî berpirsiyarekî newêribû jê re tiştek bigota. Yekî tiştek bigota Mendo ne dêya wî ne jina wî û ne jî ezbeta wî berdida, bê sînor dida çêra.
Karkerên fabrîqeyê ji bo sendiqayê civîn çêkirin, berendam nirxandin ji bo kîjanî hilbijêrin. Yekî henekker çû ba Mendo jê re got “ Tu jî bibe berendam, em dixwazin tu bibe serokê sendîqayê. “
Mendo got “ Ê baş e, hewceye ez çi bikim “
Henekker Evdo got “ Emê niha biçin xwaringehê li wir berendamîya xwe bide danezan û biaxive ku dengê xwe bidin te. “
Wextê xwarinê hemû karker çûn xwaringehê, henekker Evdo got “ Kuro huşbin deng nekin, başqan dipeyive ! “
Mendo rabû ser kursîyekî deng li karkeran kir û got “ Gelî hevalan ,ez jî berendamê serokatîya sendîqayê me.Guhê xwe bidin min baş seh kin ! Heçê ku dengê xwe bide min xwedê ji wan razî be, yên dengê xwe nedin min ez di dê û jinên wan nim “
Mendo bi çepik û şabaş ji ser kursî de hate xwarê werhasil.
Van rojên dawî gelek başqan diaxivin lê nizanin çawa biaxivin. Tewşo mewşo bûne, şaşo paşo bûne. Gel jî nizane çi bike hema çepik lê dixe newilo?
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe