Di lêkolîna Komela Zîraetçîyên Tirkiyê de encamên kesanedî derketin holê. Tirkiye bûye welatek ji welatên sextekarîyê û tiştek namîne ku naxin nav xwarin û vexwarinê ji bo ku çend qirûşên zêde qezenc bikin.
De binerin bê di encama lêkolînê de çi sextekarî derketine holê…
Şîrket yan jî kesên ku xwarin û vexwarinê pêşkêşî bazara firotinê dikin, van rê û rêbazên sextekarîyê bi kar tînin:
1- Xwarina heywanan dixin nav çîkolatayê
2- Mewîjan bi mazotê dişon
3- Ji xwelî û arîya hestîyan lehmecûnan çêdikin
4- Çayê bi xwîna berazan sor û rengdar dikin
5- Sicûqên ku qaşo divê ji %100 ji goştê golik û çêlekan bê çêkirin, ji goştê ker û bergîlan çêdikin
6- Rûn û jelatînê dixin nav mast
7- Jelatîna berêz dixin nav şekirokan
8- Li şûna fisteqên Entabê şoqil û baqilan dixin nav beqlawê
9- Penîrên kufikgirtî û kevinbûyî dihelînin û dîsa wek penîr difroşin bazarê
10- Hejîr bi maddeyên wek hîdrojen peroksît tên qemerkirin
11- Ji hejîrên kurmikbûyî û kufikgirtî leqûmên hejîran tên çêkirin.
Û bi sedan sextekarîyên din.
Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan, tiştekî saxlem li piyase û bazara Tirkiyê nemaye. Tiştekî nekirin. Tew ji xwe tiştên ku „helal“ li ser hatiye nivîsandin qet nekirin. Nekirin ji ber ne helal lê heram û tiştên sextene wesselam…
Stenbol
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin