Rojekê li Dîyarbekirê zilamekî Tirk nexweş dikeve û bi lez û bez wî dibin nexweşxaneyê…
Ew ê bê emelîyatkirin û bi lez û bez xwîn jê re lazim e.
Bi saya dost û heval û nasan xwe dighînin zilamekî Kurd. Kurdo jî Kurdo ye… Şoreşgerekî tûj e; agir û dixan ji firnikên wî dihere…

Kurdo bi serbilindî tê nexweşxaneyê, dihere li kêleka yê Tirk xwe vedixe û textor tên xwîna wî dikşînin û piştî kêlîyekê radibe ser xwe û derdikeve. Napirse jî ka ew ê xwîn dayê, kî bû? Ji ku bû? yan li ser çi ol û bawerî û îdeolojîyê bû?
Tirkê me piştî hefteyekê sipîsax dibe û radibe ser xwe.
Navnîşana wî xwedîxêrî ji dost û hevalan dipirse, da ku ji bo spasîyê here serdana wî…
Welhasil, navnîşana wî camerî bi dest dixe û lê dixe dihere cem wî. Kurdo fêkîfiroş e û li ber dikana xwe rûniştîye…
Ji beşdar bûna çalakîyan rebeno derfetê nabîne xweşik karê xwe bike. Pir caran fêkîyên wî di hundirê dikanê de kurmî dibin, xera dibin…
Tirko silavê lê dike û xwe bi qûn bera kursîka kêleka wî dide. Bi silava wî re Kurdo jî dixwaze wek hurmet ji ber rabe, lê camêrê Tirk nahêle, dibêje;
“Mala te ava! Xwedê û pêxember ji te razî be…!”
Kurdo fahm dike yê nexweş e. Serê xwe bi awayekî şermok bera ber xwe dide, dibêje;
“Rica dikim camêr. Em birayên hev in. Li ser vê axê em yek in. Çi Kurd, çi Tirk, çi Ereb, çi Ermen, çi Rom, çi Awar… em giş bira ne…”
Tirko li ber maqûlî û zimanxweşîya Kurdo şaş û matmayî dimîne, dibêje;
“Bi şeref tu ji nuha şûn de birê min î û ez ê jî êdî piştgirî û destekê bidim we û doza we, da ku hûn maf û heqên xwe bistînin. Li ser vê axê heqê we jî heye û heta hûn bixwazin ji me veqetin jî dive em normal lê binêrin…”
Kurdo ji heyecan û şaşbûna devê wî dihere li paş guhê wî disekine, dibêje;
“Weyle ez bi heyran bûmo! Tu çi camêr î!”
Piştî vexwarina çayê û kurtesohbetekê, xatir ji hev dixwazin û yê Tirk ji wir bi dûr dikeve…

Piştî şeş heft mehên din Tirko dîsa nexweş dikeve û dîsa wî dibin nexweşxaneyê…
Wek cara din dîsa mecbûrî Kurdo dibin û diherin xwe davêjin wî…
Kurdo, bi kêfxweşî û serbilindî radibe dihere nexweşxaneyê û dîsa xwînê dide hevalê xwe. Di dilê xwe de dibêje, “Guhertina fikr û ramana yekî ya li doza me ne hindik e. Yek yek e… Ew ê jî here ji yek duduyê din re bibêje, welhasil agirê şoreşê bi vî awayî geş dibe, gûr dibe, belav dibe…” û bi şad û bextewarî Kurdê me berê xwe dide malê.

Nexweşê me dîsa bi ser hişê xwe ve tê, heşa ji huzûr dibe wek kerekî û ji bo spasdarîya hevalê xwe dîsa berê xwe dide dikana wî. Lê rebeno çawa tê, dîsa di nig de vedigere malê, lewre ji ber çalakîyê hemû dikanên taxê girtîne…
Roja din camêrê me yî Tirk dîsa dikeve rê û berê xwe dide dikana hevalbendê xwe. Vê care wî zeft dike. Silavê li hev dikin û li pêşîya dikanê li ser kursîkên xwe rûdinên. Çaya wan tê ber wan û dibe qebqeba wan…
Dîsa mijar tê ser sîyaset û pirsgirêka Kurd. Camêrê me yî Tirk dibêje;
“Nijadperestên Kurd rehet nasekinin. Ev ax ya me gişa ye. Îcar hûn doza çi dikin. Nizanim perwerdehîya bi zimanê zikmakî… Nizanim federasyon… Tew hinek ji we xwe zêde berdidin û doza perçebûna dewletê dikin. Tirkîye Tirkîyeya me gişa ye û em hemû hemwelatîyên hev in. Wek bira em ê bi hev re bijîn. Em wek neynûk û goşt in. Me jin dane hev, gelek zarokên me hêleke wan Kurd, hêleke wan Tirk e. Divê em nehêlin kesên xêrnexwaz tovên dijmanatî û cudawazî yê di dil û mejîyên me de bireşînin…”
Kurdo, wek cara ewil şaş û matmayî maye. Rebeno hew dev digere bê çi bersivê bide. Ji hêrsbûna çav di serî de li hev diqulipin, dibêje;
“Hey camêr, şeş heft meh berê, piştî min xwîn da te û tu hatî vir em rûniştin, li ser Kurdan û pirsgirêka Kurd em peyivîn, tu wisa nedipeyivî. Vê care çi bi te hat ku tu wisa dipeyivî. Xwîn bi şaşî dawerivî nav mejîyê te, xêr e?”
Tirko di bin simbêlê xwe de dikene, dibêje;
“Cara ewil ku hatim cem te, wê çaxê hîna xwîna Kurdan baş di rehên cane min de negerîyabû, piştî ku te vê care xwîn da min, dê xwîna min ji sedî sed bû xwîna Kurdan û êdî ez jî wek we difikirim, dinêrim, dibînim wîîî!”

About The Author