Dewleta Tirk bi salan hewl da ku qirkirina Ermenî û Suryanîyan têxe stuyê Kurdan û xwe ji wê qetlîamê pak bike. Halbûkî ne pêwist bû ku dewleta Tirko ewqasî xwe bêşîne, çawa be Kurd xulamê wan e, wê sûcên wan jî bigrin ser xwe û bibin kurtanê kerên wan jî.
Xalê me Ehmedê mala Sînan Axa, di ÎMC TV de Kurd kirin şirîkê qetlîamên dewleta Tirk û ew kirin qesasê serê Ermenî û Suryanîyan.
Belkî di dîrokê de bav û kalên wî (ji ber ku bi piranî axayên Kurd potînalêsîya padîşahên Osmanîyan dikirin) beşdarî qetlîama Ermenî û Suryanîyan bûbin. Lê Kurdên reben ne Ermenî kujtine û ne jî Suryanî. Heke di navbera wan de hinek hisûmetên piçûk derketibin jî (ku belkî îro û sibê jî derkevin) ev nayê wateya ku Kurd qesasê serê Ermenî û Suryanîyan e û dijminên wan e.
Ê başe xalê Ehmed, ma di dema fermanê de qet Ermenîyan Kurd nekujtine qardaşim? Ma partîya Taşnaq çend Kurd kujtine, zikê çend jinên Kurd bera erdê dane, dest avêtine çend jinên Kurd ên Serhedê haya te jê tune? Yan te pirtûka Garo Sasonî nexwendiye axayê me? Çima tu behsa wan nakî û nabêjî „bela Ermenî jî lêborîna xwe ji Kurdan bixwazin“ xalê Ehmedddddddddd!? Çima wê Kurd lêborîna xwe bixwazin lê brayên me yên Ermenî nexwazin ha?
Na xalê Ehmed na…
Ji kerema xwe temamê Kurdan neke şirîkê bav û kalên xwe û li ser navê temamê Kurdan jî lêborînê ji kesekî nexwaze, kêfa dewleta Tirko û dijminên Kurdan jî li me neyne cîgerim.
Êrîvan
Bextêmın raste 🙂
Xalê me Ehmed Tirk ne kesekî ye ku bikaribe siyasetek û dîplomasiyek baş bimeşîn e. Kurd ti caran Ermenî nekujtin e, bileks me wan ji mirinê xelas kiriye. Dibe ku hinek malbat û eşîre hebin ku ji bo pereyan şer kiribin lê ew temsîlê miletê Kurd nakin û Ehmed Tirk jî temsîlê hemû Kurdan nake.
Ji berê da Tirk dixwastin vê qirkirinê bixin stûyê Kurdan, Ehmed Tirk jî niha lotikek mezin avêt ji bo wan.
ehmedo pasnave xwe bigohurine pase bi axive
ewil bi navê xwedaye mezin u dilovan
ehmedko ehmedke tırke u ne mala heci sino ne axa bun an axa hewqas jı re nakevin
ehmedko ye mala sino xulamiyen mala hısene qenco bun
hısene qenco du kece vi hebun yek da heci sinan u yek da kure wi u mirata wa ma bu mala heci sinan
ye ku beran nece ser diya wi nabe beran