Bi gelemperî destar di demên berê de di nav malan de dihat bikaranîn. Helbet aşên mezin jî hebûn. Li her gundekî yan taxekê; aş yan yek bû yan du heb bûn. Lê belê dexlê ku ji bo ber destan bidest bixin destar dihat bikaranîn.. Destar çi ye? Demên berê ji bo çi dihat bikaranîn? Lazim e mirov hinek li ser van bisekine. Helbet di vê derê de dîsa bi destên jinan jîyan hêsan bûye, lê belê hêsanbûn bi kîjan şiklî bûye ,emê qala wê bikin. Bi gotinên îro mirov dikare bibêje ku ji makîneyên hêrandina dexlan re tê gotin ‘Destar’.
Cureyên destar jî hebûn, lê belê emê qala destarên ku ji du kevirên mezin yên gilover dihatin holê bikin. Helbet aşên berîya 4-5 sersalan jî hebûn. Wek aşê ba, jê re digotin aşba. Li gor agahîyên dîroka insanan; destar, ji bo ku hebên wek genim, ceh, garis û hwd bihêrin û nan çêbikin hatîye bikaranîn. Ewil di kevirên ku nava wan hatiye qulkirin (curn), yanî necirandin de ev dexl bi lêxistinê (kutanê) dihat hêrandin. Paşê kevirên hişk dihat tiraşkirin û bi van keviran aş dihate çêkirin. Genim di nav du kevirên gilover ya ku hatine tiraşkirin de dihat hêrandin. Ji van keviran yek di cîyê xwe de, li erdê sebît bû, yê din jî bi qeweta insanan bi zivirandinê genim dihêrand. Ev kar bi rastî bi zehmet bû. Lewra qeweta insan hewce bû. Bi destekî genim ji bo navîna kevir dihat berdan, bi destekî jî dihat zivirandin. Helbet destarên ku li malan dihat bikaranîn bi destê jinan dibû. Dexlên ku wê li ber destan bihatina bikaranîn nedibirin aşên mezin. Hema li malê çêdikirin. Helbet ji bo ku ard bidestbixin, ewil paçikekî paqij li kêleka kevirên gilover dipeçandin da ku genimên ku dihat hêrandin nekeve nav herîyê. Ji bo vîya ev paç dihat bikaranîn. Genimên ku dihatin hêrandin, dibû ard. Ev arda bi rêya kevirên ku li ser kevirê din dihat zivirandin dihat avêtin. Ev arda paşî dihat kom kirin. Mirov li dîroka aşan jî dinere, ewil ji qeweta insanan , paşê bi rêz; yê heywan, ba û qeweta avê îstîfade hatiyê kirin. Makîneyên îroyîn jî ji van îcadên dîrokî feyz girtine. Divê derê de em dibînin ku insanên berîya 5-6 qirnan ji bo ku jîyana xwe hêsan bikin ji xwe re tişt îcat kirine. Ji vana yek jî destar bûye. Ev destar bi destê jin û mêran hatîye holê. Helbet destar bi taybetî jinan bikar anîne. Lewra strandina hevîr û çêkirina nan bi destê jinan li malan dihat çêkirin. Nanê mala…
Helbet bi hêrandina genim hew ard nedihat bidestxistin. Ji qaşilên genim nizûl (Kepek) jî dihat bidestxistin. Bi van qaşilên genim jî nanên ku niha di roja me de tê tercih kirin, yanî nanê kepekê dihat bidestxistin. Hinek pispor dibêjin ku nanê kepekê, ji bo nexweşîya pençeşêrê gelek baş e. Bi ya min jî tiştên xwezayî ,yanî bê kîmyewî ji her tiştî çêtire. Niha teknolojî gelek pêşve çûye, lê belê curên nexweşîyan jî bi vê teknolojîyê re zêde bûye. Niha em binerin, ji ber nanên niha, nexweşîyên obezîtê, şekir û hwd zêde bûye. Niha genim di febrîqayan de ewilî bi avê tê şûştin, paşê tê ziwakirin, dûvre tê şikenandin û tê hêrandin. Niha bala xwe bidinê, hemû vîtaminên bi feyde bi vî şiklî diherimin. Lê belê nanên malan çiqas bi feyde bûye. Çawa ji erdê hatiye çinîn wisa jî hatîye ser sifreyan. Destê kesî an makîneyan lê neketîye. Ji genim bigrin heya hêrandina wî û destxistina ardê bi aletên xwezayî hatine holê. Tu aletekî derve nehatine bikaranîn. Hertişt tebî’î bû.…
Keda jinan, destê jinan, hestên jinan dîsa di nav jîyanê de…..
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê