Ev 30 sal in me hevaller û yoldaşlaran li ber xwe dida ku em serokê xwe bi Tirkan bidin qebûlkirin. Serê gavê binê gavê, deqe û saetê, şiyar û raketî me got: “Serik Apo, binik Apo”, “Bi can, bi xwîn, bi hestî û bez, tu here em bi te re”.
Me got, serok nûnerê me, bavê me û bapîrê me ye. Ew nûnerê zarokên me, neviyên me, nevîçirçirkên me ye.
Me got, li ser erd û li bin erdê, li asîman û di deryayên kûr de, li çep û rast, li buhişt û dojehê serok îrada me ye.
Ji bo ku ew wek muxatab bê qebûlkirin me li bajaran bi milyonanan îmza kom kirin, me xwe şewitand. Di rojiyên birçîbûnê de em ji nêza mirin, em felc û seqet bûn, lê em ji ya xwe nehatine xwar: “Yan hûnê serokê me wek muxatab qebûl bikin, yan em ê jiyanê li xwe bikin kirafî”.
Di dawiyê de çi bû?
Biraderên me yên Tirk, piştî ku çend salan xwe giran kirin, bi sala nû ya 2013ê re gotin ”baş e qardaşim, tenha muxatab Serok Ocalan”.
Îca wê çawa çêbe?
Ma wiha dibe?
Niha hevaller û yoldaşlerên ku ev 30 sal in qirik li xwe zuha kirin da Ocalan wek tenha muxatab bê naskirin, mîna zaroka ku şekirê wê jê hatibe standin şaş mane. Geh dibê „Ew nûner û îrada me ye, geh dibê ew girtî ye, nabe em BDP û Qendîl jî hene û geh dibê lazim e pirek di navbera Îmralî û Qendîlê de bê avakirin“ û ji her seriyekî sê-çar deng derdikevin.
Wey bavooo, bê van dijminên pîç çi anîn serê me!
Me 30 salî têkoşîn da heta ku me Apo kir muxatab û bela serê xwe, 30 salî jî divê em têbikoşin da em wî ji belatiya serê xwe derxin.
Ya Rebî, tu li halê vî gelê belengaz bê rehmê!
Gidi mal ne xirab.sofiyen Tori u koceran.Rexmel li ser miriyen mi u 7 baven mi.Tu Edibe kijan medreseyi? Tu ji mi bin cikand lo.OFFFFFFFFFF.veki xemla fistana 7 rengi nek§ Pesn li kijan medrese hin but? Gidi li mi u 7 bave min.
Kuro lawo serma ,ma kurd 100 hezerîdî bidin kustin ?????.
AKP û BDP li ”heciyên” Ocalan asê bûn
» Yalçin Akdogan STENBOL, 10/2 2013 — Hikûmeta AKP-ê ya ko dixwaze qanûna esasî ya Tirkiyeyê biguhore û sîstema serokatiyê ava bike pêwistî bi piştgiriya rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan û BDP-ê heye. AKP û BDP li ser wê yekê li ehv nakin ka ji BDP-ê kîjan parlamenter dê wekî ”hecî” biçin Îmraliyê û tewafa rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan bikin.
Niyeta serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan heye ko bi piştgiriya Abdullah Ocalan û BDP-ê hem qanûna esasî ya nû ya Tirkiyeyê bi referandumê li xelkê bide qebûl kirin û hem jî heger mimkin be gerîlayên PKK-ê yên li bakurê Kurdistanê derxe û rêke başûrê Kurdistanê.
Ev plana Erdogan û Ocalan wekî proseseka aştiyê ya miletê kurd û miletê tirk têt lanse kirin lê belê di eslê xwe de niyeta Tirkiyeyê ya ko PKK-ê bi temamî bêçek bike û doza miletê kurd jî bi awayekê adilane safî bike nîne. Erdogan li dûv sîstema serokatiyê ye û dixwaze bibe serokê mitleq yê Tirkiyeyê. PKK di rêya Erdogan de kelemek e û bi lihevkirina digel Ocalan ew dixwaze PKK-ê berteref bike.
Ji ber ko di pratîkê de kesên ko li Parlamentoya Tirkiyeyê dengê xwe bidin projeya qanûna esasî ya AKP-ê parlamenterên BDP-ê ne, pêwistiya Erdogan bi BDP-ê heye.
Vêca mesele ew e ka ji BDP-ê kî dê biçin Îmraliyê û digel mitefiqê Erdogan yê nû Abdullah Ocalan baxivin. BDP israrê li ser hevserokên xwe dike û dibêje divêt BDP bi xwe biryarê bide ka kî biçin. AKP û Erdogan jî dibêjin na, dibêjin Erdogan kê qebûl bike ew dê biçin. Yalçin Akdoganê şêwirmendê serekî yê Erdogan îro ji rojnameya Hurriyetê re got:
— Ev proses dê arîkariya wê yekê bike ko BDP jî bi awayekê aktîftir û jidil bibe aktoreka siyasî. Polemîkên siyasî tenê enerjiya me heder dikin. Ew kesên ko heta duhî digotin Ocalan nûnerê wan yê herî xurt e heger îro bibêjin ko ew nebin nabe hingê xeletiyekê dikin. Fikra min ew e ko divêt her parlamenterekê BDP-ê bikare wekî dezgeh nûnertiya wê bike.
Hevserokên BDP-ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak dixwazin di nêv ”heciyên” Îmraliyê de bin. Ahmet Turk dixwaze careka dî biçe ”hecê”. AKP terefdara wê yekê ye ko Sirri Sakik, Adil Kurt û hinek kesên wekî wan di karwanê ”heciyan” de bin
nefel…