Li hêla Serhedê bi demsala biharê re gel zevîyên xwe raçav dikir hela rewşa dexlê çawaye. Her sal mijar dihat ser zevîyên Elî Begê.
Digotin “ Dîsa dexlê Elî Begê gelek başe, çima dexlê me wilo nîne ?“
Rojekê gundî kom bûne, Mihemed ji Elî Begê birsî, got “ Elî Beg, erd û rêba yek e, dexlê we rind e, yê me çima xirabe gelo? “
Elî Beg li ser vê pirsê pir kenî û got “ Hûn bêdestnimêj toxim nakin û bêbesmele nakevin nav zevîyê ne wisa? “
Gundîyan got “ Erê begê me, tu rast dibêjî. “
Elî Begê got “ Ez berî toxim kirinê li hespê siwar dibim, li ser pişta hespê li nav zevîyê digerim û tira dikim, lewma dexlê min baş hêşîn dibe. We îcar fêm kir. “ Werhasil…
Hûn bawer bikin aÅŸtîya me û ya Tirka bê tir nabe, bi besmele û bi bismîlah qet nabe. We got çi cîgerim ?!…
Heta dengê tira û bêhna fisa geş nebe, aştî nayê nayê nayê…
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê