Ji rojan rojek zilamekî qerase li ser hespê, çawa ku ew hespa xwe li ber ba dixe wisa bi xişm ji jor ber bi jêr dibezînî ser şêxekî. Şêx bi kelecan xwe dide alîkî û serê xwe dihejînî. Siwarê hespê bi dengekî bilind û ne xweş dipekîne ser :
-Ma tu dizanî niha xwedê taala çi dike?
Şêx rîha xwe difirkîne û dibersivîne:
-Kurê min, ev pirsa te pirsekî kelek bilind e. Ka ji hespê peya be, ezê siwarbim û ji jor- bilind pirsa te bibersivînim.
Siwar ji hespê tê xwar û şêx li hespê siwar dibe.
Xwedîyê hespê ji şêx pirs dike:
-Te go çi?
Şêx berê hespê dide rê, rewan dibezîne û vedibêje:
-Niha wî ev hesp ji destê bêaqilekî mîna te girt û da min …..
Siwarî hene, siwarî hebûn, siwarîîî !
Li ser çîyayên Kurdîstanê ref bi ref ji serxwebûn,yekîtî û azadîyê nedihatin xwar. Bi xişm dîn û har bûn. Bi hezaran bedêl dan. Bi salan şerek giran pêk hat. Ew tu carî ji hespa serxwebûnê peya nedibûn. Siwarî hebun gidî!
Niha ji hespê peya bûn û siwarbûn neket para şêxekî, şivanekî û gavanekî Kurd.
Yekî devşîrme hesp ji destê wan girt.
Û berê hespê da çîlekêşîyê.
Wax, wax û hûn sax!
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr
Xweş xeber e, lê me ne bahwer e