Heyeta BDP ji bo ku nameya başqan Ocalan radestî generalên Qendîlê bikin, li ker û hespên xwe siwar bûn û berê xwe dan başûrê Kurdistanê.
Piştî virde wêde û teqûreqek dûdirêj, xwe gihandin çiyayê Qendîlê û bûn mêvanê kekê me cîgerim Karayilan û bi hevre wêneyek „askerlik xatirasî“ kişandin.
Îcar pirsa me ev e kezebno:
Gelo generalên KCK û BDP li çi dinerin?
1- Li Kamera dinerin
2- Li nûçeyên TRT6 ê dinerin
3- Nûçeyên Stêrk TV guhdarî dikin
4- Guhdarîya axavtina başqan Ocalan dikin
5- Malpera Lotikxanê dişopînin ka wê Lotikxane di derbarê wan de çi binivîse
6- Peyamek erêna didin meclîsa Kurd û Tirkan
Ê de haydêêêêê.
Xwedê bi we re be…
Tê derxin û çewalê mewîjên xwe garantî bikin qurban…
Nameya serokê wan wisa ew bê hiş kiriye hima vik vala mêze dikin ka gelo wê çi bê serê wan 🙂 Aqûbet bi rêx e an ne 😀
Ez bawerdikim ku: Elan li qamerê dinhêrin lê di cavê wanda tirsa nameya serokê wan heye. Di nava wanda hinek kes hene bixazin u nexwazin ketine nava vi leyistikê u nikarin derên, kareki zore…