Îbo hatibû serdana hevalê xwe Betal, herdu ji gundekî bûn. Wexta hevûdu didîtin bê henek û bê laqirdî ne disekinîn. Betal destê xwe kire kîsikê kaxiz, jê çengek bindeq derxist û dirêjî Îbo kir.
Îbo got “ Ev çiye kuro ? Wey mala minê, qey êdî yê te (kîr) ranabe ku te dest avêtîye bindeqan ? “
Betal got “ Tu dev ji min berde , rewşa yê te çawaye? “
Îbo kenîya û got “ Belengazo ez ji te çêtirim, tu çi dibê. “
Betal got “ Îbo tu çawa ji min çêtirî lo, ka hela bêje. “
Îbo got “ Salê carek bes nîne ? Yê te ew jî nabe rebeno.“
Suhbeta wan bi ken û xweşî dom kir werhasil.
Ev jî wek mesela me û ya Tirka ye, salê carek qala “ çareserî û aşitîyê “ dikin ma ne bes e ?
Çavê felekê kor be, ew jî pûç dertê !
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê