Çend nexweş di nivîngehek nexweşxanê de razayî bûn. Xwarin û vexwarina wan li gor nexweşîya wan dihat dayîn. Pîreka nihêrvan mûz anî da hinek nexweşan û neda yên din.
Xalê Mûso got “ Ka mûzekê jî bide min. “
Jinika nihêrvan got “ Mûz li te qedexeye, nikarim bidim.“
Xalê Mûso got “ Dev ji qedexe medexe berde , canê min xwest ka yekê bide min. “
Jinika nihêrvan bi wate got “ Himm canê te dixwaze ne , êdî çi dixwaze ? “
Xalê Mûso di ber xwe de kenî û got “ Wele canê min gelek tişt dixwaze lê kambax be, ew jî nabe. “
Rûyê jinika nihêrvan sor bû , bi lez derî girt û çû werhasil.
Canê me jî dixwaze welatê me Kurdistan rizgar be û em azad bijîn, lê tirsonekên qûnalês nahêlin. Xwedêyo! Te çima ewqas bêrûmet afirandin û ew kirin bela serê me?
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin