Bi sê telaqên mêrberdanê, Lotikxane jî şaş maye ku êdî çi bike. Ne salek, ne du sal, ne sê sal, ev e 115 sal in ku rojnamegerîya Kurdî hewqas lotikên kesanedî davêje jî, lê dîsa bindest û kole ye û nikare xwe rizgar bike. Ev haweyên halko-malko li kuderê dinyayê hatiye dîtin?
Rojnamegerîya Kurdî heta bi îro jî kole û hêsîrê rêxistin û partîyên siyasî yên Kurd e. Koletî û hêsîrîya dewletên dagîrker ne bes bû, qedexeya li ser rojnamegerî û zimanê Kurdî ne bes bû, îcar rojnamegerîya Kurdî ket bin destê rêxistin û partîyên Kurd û ew ji bo berjewendîyên xwe, ji bo berjewendîyên partîyên xwe bi kar anîn. Her rêxistin û partîyên Kurd bûn xwedîyê rojnamegerîyek taybet û lotikek bê dîn û bê îman li rojnamegerîya azad xistin.
Rêxistin û partîyên ku qaşo li ser navê azadîya Kurd û Kurdistanê derketibûn qada şer, hûn dev ji azadîya Kurd û Kurdistanê berdin, rojnamegerîya Kurdî bi xwe jî azad nekirin û ew qeyd û zincîr kirin, kirin kole û hêsîrê rêxistin û partîya xwe. Ev rewş heta bi îro jî didome û li her çar parçeyên Kurdistanê hema hema bêjin rojnamegerîyek azad û serbixwe pir kêm e yan jî hîç tuneye.
Bi minasebeta 115 salîya rojnamegerîya Kurdî, di serî de em Mîr Celadet Alî Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Mîqdat Bedirxan û temamê kedkar û xebatkarên rojnamegerî û zimanê Kurdî bi bîr tînin û serê xwe li ber wan, li ber ked û xwêhdana wan ditewînin.
Rojava têk here Bakur û Başûr jî têk diçe. Rojhilat bê aqûbet dimîne.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr