Xalê me Şivan Perwer li Hewlêrê hevdîtin li ser hevdîtinan çêdike, peyam li ser peyaman dide. Ji alîyekî hawara xwe digihîne qehremanê Îmralîyê, ji alîyekî bi Cîhgirê Serokwezîrê Tirkîyê Huseyîn Çelîk re hevdîtinan dike, ji alîyê din jî destê Nîzamettîn Taş diguvêşe û dixwaze navbera xwe û herkesî xweş bike, bike wek şîr û şekir.
Xalê me Şivan ji Huseyîn Çelîk re gotiye ku wî bêrîya welatê xwe kiriye û dixwaze vegere welatê xwe.
Ê vegere xalo can!
Kê destê te girtiye?
Kê lingên te li qeydê xistiye?
Kê rê li ber vegera te girtiye?
Werhasilî kelam, ez ji dil û can dixwazin ku xalê me Şivan vegere ser axa bav û kalên xwe û wê hisretê ji dilê xwe derêxe.
Lê ez bi serê xwe û te kim xalê Şivan, serê du beranan di beroşekê de nakele.
Yan tu û yan jî qehremanê Îmralîyê.
Îcar biryar biryara te ye ez qurban…
Lê piştî guvaştina destê girgirekê PWD Nîzamettîn Taş wê başqanê me çi biryarê bide, aha ew ciyê pirs û meraqê ye ellahwekîl…
Sêwreg
Billahî, Sivan sitirankê li ser Abdullah bêjê karê vegerê Rihayê,ger sitiranê nebêjê ewê li xerîyê bimrê.Sirata bav u kela,ew zanê.
ma Sivanê me kesek maye, ku jêre ne strandiye u ne avêtiye ser. Ji bo bercewendiyên xwe yên arzan her tishtî jî kare bike.