Rojek ji rojên berê
Rola jinên berê ,weke her demê di nav malê de û di nav civakê de girîng û cuda bû. Girîngbûna wan ji xuluqandina wan dest pê dikir. Di demên berê de em dibînin ku dîsa jin alîyê malê dike. Ji bo kar û barên malê sivik bibe meşk dihat bikar anîn. Helbet çêkirina meşkê (Tulum, gudî û hwd) jî karekî din bû. Him bi zehmetî him bi taybetî bû.
Wek her demê jinên Kurdan ji bo ku keda wan têkeve nav aborîya malê ji xwe re karek derdixistin holê. Carna gore diristin, carna mast dimeyandin, lorik, toraq û penêr çêdikirin. Ji mast jî dew û rûn (nivişk) bi dest dixistin. Berve havînê di demên biharê de ji bo ku tiştên hênik bixwin û vexwin ji her tiştî feyde digirtin. Teknolojî hîn evqasî pêşve neçûbû. Makîneyên meyandina mêst, an rûn bidestxistinê derneketibû. Jinên malan bi destê xwe ev karên hanê dikirin. Her tişt xwezayî bû.
Ji ber ê heywên feyde digirtin. Insan ji goştê heywan, ji hirîya wî,şîr û ji eyarê wî feyde digre. Helbet niha lazim e mirov van pirsan bike; Gelo meriv ji eyarê wî çawa feyde digre? Mirov eyarê wî çawa bikar tîne? Ji bo çi bikar tîne?
Helbet lazim e ewilî eyarên pezan bi xweşî were gurandin. Ji alîyekî ve dihat dirûtin. Heya devê herdû alî digihîşt hevdû. Devê êyar nedihat dirûtin, ji wir de mast û ser de jî hinekî av, heger mast bi av bûya hewcedarîya avê nedikirin û bi wî şiklî berdidan nav eyar û devê wî bi paçikekî an bi bendan dihat girêdan. Helbet berîya ku rûnê malê dest pê bixin eyar bi boyaxa kokê boyax dikirin û li ber tavê ziwa dikirin. Dûvre jinên malê serê sibehê zû ji xew radibûn û mastê ku ji êvarê de dimeyandin dikirin nav eyar (Meşkê) û devê wê girêdidan û dest bi kil kirina wî dikir. Cîyê meşkê di nav xanîyên berê de dihat çêkirin. Di azmanê xênî (Tewanê)de du mix dikutan û heya çar alîyê meşkê bendekî dirêj dadiliqandin. Qûçê çar alîyê eyêr badidan û girêk davêtin, ser de jî li her du alî maxekî zirav û dirêj girêdidan. Ji orta herdû maxan îcar maxekî qalind derbas dikirin. Ji ber ku ji maxan pê digirtin û kil dikirin. Carna du jin li hemberî hevdû disekinîn û bi stranan mast kil dikirin. Hunê niha bibêjin eleqeya gotina stranan û kilkirina mêst çi ye.
Bawerîyek ecêp hebû. Jinan li cem xwe digotin ku mirov çiqas bi hestekî ji dil stranên kar bibêje ewqasî karê mirov sivik dibû û ewqasî jî nivişk (rûnê malê) zêde zêde dihat bidestxistin. Helbet stranên her karî jî cuda cuda bûn. Lazim bû bi ahengekê were hejandin. Jinan bi hêzek bi lez him stranên xwe digotin, him jî heya ku rûn bi dest bixistana mast kil dikirin (dikilan). Helbet karekî bi zehmet û taybet bû. Ev karê zehmet jî dîsa jinan dikir. Wan demên berê rûnê gulan an rûnê zeytûnan ewqasî tunebû. Ji ber vê di malan de yan ji şîr yan ji mast bi vî şiklî rûn bi dest dixistin. Paşê ev rûn dihelandin û bikar dianîn. Carna jinan alî aborîya malê jî dikir, ev rûn dihat firotin. Helbet alîkarîya aborîya malê kirin bi mast meyandinê, bi penêr çêkirinê, şîr û rûn firotinê jî dibû. Bi kurtasî em dîsa li ber çavan jinên zîrek dibînin. Ev hezkirina jîyana parvekirinê ye. Em dikarin bibêjin hestekî bê hempa ye. Em dibînin ku rola jinan di nav civakê de girîng e.
Ji stranên dildana meşkê mînakek;
Xanima malê mast kir meşk ê,
Meşk kil kir mast kir dewkê,
Rûn bi dest xist bi hezkê….û Hwd.
Nûçevan
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!