De werin û kirasê xwe neçirînin, de werin şerwalê xwe nedirînin û şût û rût li kolanan negerin. Heke di siyasetê de kesekî ev sosret û şorba nîskê dîtibe ji xwe ez bi tiştekî nizanim. Incex Kurd karibin vê xwelîliserîyê bikin. Û incex Kurd karibin heq û hiqûq, îtîbar û kesayetîya hevdu bixin bin lingan û biperçiqînin.
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, li ser bextê Emîn Caferî û hinek lotikvanên din be, dibêjin xalê me Sertaç Bûcak (kurê rehmetî Faîq Bûcak) xwe ji ezmanê heftan bi „paraşûtê avêtiye“ û xwe li ser dîwana serokatîya partîyek bakur danîye. Xalê we Sertaç Bûcak, bêyî ku rojekê jî bûbe endamê wê partîyê, bûye serokê partîyê û simbêlê xwe yê spî û qeytanî ba daye.
Xalê we Sertaç Bûcak, piranîya jiyana xwe ya siyasî di nav PSK de derbas kir, destê rastê yê xalê me Kemal Bûrkay bû. Pê re çûbû Şam û Lezqîyê û bi başqanê Kurdên dinya û axretê Ocalan re xwarin jî xwaribû, protokol jî îmze kiribû. Sosyalîst bû û partîya ku îro bûye yan jî hezbelqeder ew kirine serokê wê, wek „kevneperest“ didît. Piştre rê li ber xalê me Bûcak wenda bû, şev û roj lê geriya, şev lê bûn roj û roj lê bûn şev, piştre got „Bay bayyyyyyyyy“ û ji PSK veqetiya. Ê helbet ji bo siyasetmedarekî betalî û tiralî ne xweş e, kurmê siyasetê jî wek kurmê cixarê ye ha, go ket nav xwînê hew jê derdikeve. Piştre xalê me Sertaç ket nav grûpa „Lêgerîna Kurdên Demokrat“ û ji xwe re virde gerîya, wêde gerîya, lê tiştek nedît. Piştî ku bi lêgerînê tiştek nedîtin, Lêgerîna Kurdên Demokrat jî xwe fesex kir û li qûnê rûnişt.
Ma çi?
Ma ew ku meriv li ser keda belaş rûnê. Ma ew ku meriv li ser keda kurê ciwamêran rûnê, belaş, bê ked û zehmetî, bê xwêdan û endametî xwedî li partîyekê derkeve û tew bibe serokê wê partîyê jî…..
Yaw birastî lo, çawa kesekî ku ne endamê partîyê be, kesekî ku çima kurê Faîq Bûcak e, bikin serokê partîya xwe?
Law ma zilam di nav we de nemabûn sayin Xelo û Celo?
We çawa kumê xwe li serê xalê xwe Sertaç kir babam?
Yan kesekî ku serokatîyê ji we re bike di nav partîya we de tunebû?
Yan jî we dîsa partîya xwe kir bi qurbana berjewendîyên xwe yên şexsî?
Werhasil, bêguman, tu kîndarî û dijberîyek me li dijî birêz Sertaç Bûcak tuneye. Lê Sertacê me ne zarok e, ne xeşîm e, bi salan siyaset kiriye, rêveberîya rêxistin û partîyan kiriye, isûl û heq û hiqûq çiye dîsa baş zane.
Madem tu heq û hiqûqa rêxistin û partîyan baş zanî, çima te pêl heq û hiqûqa vê partîya (ne partî) kir û te serokatî qebûl kir kezebo? Ma tu endamê partîyê bû? Na. Ma te rojek tenê jî ked û xizmeta wê partîya (ne partî) kiribû? Na.
Çawa wîjdanê te qebûl kir tu xwe di ser ked û xwêhdana himalên wê partîyê re biqevêzî û bibî serok û merok qardaşim?
Lê bawer bike ne sûcê te tenê ye xalê Sertaç…
Sûcê „Her du super partîya ye„.
Partîya Reco û partîya Emîn Caferî.
Her du partî jî dixwazin vê partîya qedîm qûnek bikin û bi namûsa wê bilîzin, bikin qirdik û meymûn û berdin nav kuçe û kolanên dewleta Tirko.
Bi kurt û Kurmancî sayin lotikvanler, wer xuyaye hinek xêrnexwazên sererd û binerd çawa ku tilîyek avêtin bin dûvê PKK, dixwazin bi destê Sertaç abêmiz û hinekên din, qûşê li vê partîyê jî biqetînin wesselam…
De xwedê kerîm û rehîm e lo…..
Enqere
Dema bavê wi serokatiya partiyê dikir tu tena pantolê kin digeriyay û nan re te digo nanê
Xwéd Bra Tu ki Bé Tu Né bu Başh bina parti ye vé nıwıse niwıse ye vé té bıla başh ınz ne ta xwed demek nızdé év Parti vé seroke Heja Brez Kak Sertaç u Parti ya ve Kurdıstane de bıwe parti yé hızu vé kuvvet.her bejit yekitiya gelli Kurd Her Bejit Kurd u Kurdıstan
Xalê Sertac bi parasutê xwe berdabu ser serokatya HAK-PAR ê jî.Salekê serokatya wê jî kir.Pistî ku ji serokaryê de ket ji HAK-PAR ê revya u li serokatîyek nu digerîya.Xuyaye naha ji xwe re cîyeke din ditiye.
Lawo de we jî bîr biriba u we wî dawetî Demokratik Lotikxane Partîsi bikira bela biba serok.
Ew kadroyên berê hema hemu weke Sertacin,Kes xwe nake Esker hemu dibên em serbazin.Ji ber wê heroj partikê ava dikin,yekê xera dikin.
Entikene lo Entikeneeeeeeeeee
Û cardeee xwelîliserîbûnek bêhempa…Ne heyfa Sertaç Bucak ku carde li hember EGOYA xwe wenda kir… Gelo ne heyf e ,ne şerm e, ne fedî ye ku hûn hîna jî henekê xwe bi keda Şehîdan dikin !!! Gelo ne guneh e hûn hêviyên Xort û Qîzên Netewperest dişkînin !!! Wey xwelîliserîno,wey ne Dilsozno,wey ne Kurperwerno ! Perê ku PDK-BAŞÛR dida we ji bo rizgarkirina Welêt dev ji wê jî berde ji bo rêxistinkirina yan jî agahdarkirina Kurdên li Bakurê Kurdistanê we çi kir gelo ???? We pê biletê xwe yên dervî welêt dibirrî ? yan ji bo hûn ji xwe re li cihên (Kurdên ji we Dilsoztir ji ber tunebûnê nikarin ji ber wan cîhana derbas bibin ) LUKS de vexwun we bi meşrûbê (alkolê) da ? Yan ji bo hûn dest bavêjin qîzên xelkê ? ku alemê şandibûn cem we ji bo bixwînin hûn li wan xwedî derkevin ji bo Kadroyên dahatûyê pêk bînin.Çi bû ? we dest dirêjî qîzên xelkê kirin we ew bê şeref kirin di nav alemê de hetikandin û di ser de jî wek tiştek nebûbe,wek tiştek neqewîmî be hin ji we beşdarî KONGRÊ bûn hin ji we jî wê KONGRÊ meşrû nedîtin xwe bi awayekî RÛSIPÎ kirin,weeeyyyyyyy siheta we û BAŞÛRIYA xweşşşşşşşş wey şabaş ji PDK-BAKUR re şabaş,wey şabaş ji firotina BAKUR ê Kurdistanê re şabaş…Ez wek Kurdekî dilsoz ku nikaribim li Mîrata FAÎK BUCAK û SAÎD ELÇÎ ku teslîmî Kurdên mîna me kiribûn xwedî derkevim ez ê li xwelîyê bi serê xwe û sed bavê xwe dakim.Ku me vê Partîyê ji we re hişt em ji we xerabtir bin…
Gelo şîroveyên ku em dikin ji bo çi naye weşandin ?