Belê, Sirri Sureyya Onder, ewê ku wek gellek rêvebir û wekîlên BDP bi paraşûtê daketin û bûn rêvebirên me Kurdên xwelîliser, dîsa Kemalîstbûna xwe eşkere kir û xwelîya 101 gundî li serê Kurdan kir.
Yaw birastî lo, çima kesên wek Sirri Sureyya Onder, Ertûgrûl Kurkçu, Levent Tuzel, Yalçin Kûçik oxlî Kûçik û bi sedan kesên mîna wan Kemalîst dibin rêvebir û berdevkên Kurdan ka hûn nabêjin?
Law ma zilam di nav Kurdan de qeliyabûn babam?
Ma jinên Kurd qeliyabûn ku jinên Tirk dibin rêvebirên me?
Yan ew „tiştik û miştikên Tirkan“ ji yê Kurdan şîrîntir in?
Werhasil, Kemalîstê Kemalîst Sirri Sureyya Onder, li meclîsa Tirko û Virqo da lotikan û „beton Misto“ kir pêxember û hetta ew kir xwedê jî.
Sirriyo di nîqaşên li ser Atavirqo de çi bêje başe?
Gotiye: “ Jina min ji min berdayî be, ez bi serê Emîne xanim û Alîriza Bey kim, Atavirqo dehayek ji dehayên sedsala me ye, insanekî herî bi qîmet e“ û daye zîtirkan.
Welle yabo raste. Mistoyê ku qirra Kurdan anî û tofan li wan rakir, insanê herî bi qîmet û rûmet e!?
Ê başe cîgerim, madem beton Misto dehayek ji dehayên sedsala me û insanekî herî bi qîmet û rûmet e, here bibe bekçîyê Anitkabîrê qurban! Hema 24 seetan nobetê li ber tirba wî bigre ma nabe! Bela xwe ji Kurdan veke û bibe rêvebirê partîyek Tirk qardaşim!
Yan Tirk wek Kurdan ne ehmeq û xwelîliser in ne wilo?
Axir, em Kurd misteheq in. Go xîret bi mere hebûya ma me Tirk dikirin serok û rêberên xwe hawarêêêêêêêêê!
Enqere
Di demeke gelekí kurt de divé kurd darekí bixin kula wí u her sé car qesmerén din jí, u wan ji nav xwe biqewerenin…hedí ew xirre keré min dixwazin pesne ke bidin bila bidin, ji xirré semoye me ve ye…Bila li ser navé kurdan vé qesmereriyé nekin