Tasa ava zemzemê di dest de, hêdî hêdî bir ber devê xwe ÃŽdê. Devê xwe vekir ku vexwe, tas ji dest ket erdê… Bi qîrîn ÃŽdê pengiz bû, li qûn rûniÅŸt. Di nav xwêdanê de fetisîbû. Çend dua li pey hev rêz kirin û rabû çû mitbexê taseke av bi ser xwe de dakir. Sibê zû hîn mirîşk ji himbêza dîkan derneketibûn, rabû ser xwe, xwe girêda û berê xwe da mala melê. Bi gurmegurma derî re, mele ji nav nivînan çeng bû ser xwe. Di ber xwe de got, „Weyle ku min jina xwedî nîyhî! Di kezeba vê sibê de kê ez di xewn de dîtim?“ rabû ser xwe û ber bi derî ve leqîya. Bi vekirina derî re, ÃŽda bî, bi şêwazeke ÅŸermokane got, „Siba te bi xêr Seyda!“ Seyda bi dîtina ÃŽdê him piçekî ÅŸaÅŸ, him jî kêfxweÅŸ bû. Jixwe jin û zaro jî ÅŸandibû mala xezûrê xwe, bi tena serê xwe bû. Bi biÅŸirîn got, „Wey geleki bi xêr!“ ÃŽda bî, devê xwe bir û anî, got, „Wele Seyda doh bi ÅŸev min xewneke ecêb û têra xwe balkêş dît. Min kir û nekir tiÅŸt jê fahm nekir, lewma jî hatim nig te da ku tu ji min re şîrove û rave bikî…“ Seyda got, „Li ser herdu çavên min. Ka kerem ke, derbasî hundir bibe.“ Bi hev re derbasî hundir bûn. ÃŽdê li ser yanê rûniÅŸt, Seyda jî li miqabilî wê xwe bi çarmêlkî bera erdê da. Seyda got, „Ka xewna xwe bibêje, bê çî ye? Min jî meraq kir xwehê!“ ÃŽdê cîyê qûna xwe xweÅŸ kir û dest bi vegotina xewna xwe kir, „Seyda, tasa ava zemzemê di destê min de bû. Min tas hêdî hêdî bir ber devê xwe ku vexwim û ji niÅŸka ve tas ji destê min ket erdê…“ Seyda serê xwe hejand, rîya xwe mizda, got, „Wele cîran li te eyan bûye. Ev ji alî îlahî ve nîşan û elametek e. Te bi hemdê xwe, bê hemdê xwe derew merewin kirine, lewma jî guneh li te barîyaye. Heta tu ava zemzemê venexwe jî ew gunehê te nayê ÅŸuÅŸtin û tu jê safî nabî.“ ÃŽde bi pepûpepû got, „Ez ê ava zemzemê ji ku peyda bikim Seyda?“ Seyda got, „Du rê hene. Yan divê tu herî hecê yan jî…“ ÃŽdê bi meraqdarî got, „Yan jî çi?“ Seyda got tu li şûna dê û xwehan bî, yekî ehlîxweda ku çûbe hecê û ew av vexwaribe, heke di te ne, tê ji vî gunehî xelas bibe.“ ÃŽdê kir pepûpepû, got, „Aaaa ev ji me kêm bû! Ma çawa çê dibe Seyda? Ez ê çawa yekî xerîb bera ser xwe dim? Ev dikeve zinê…! Seyda got, „Wer nefikire, gunehek gunehekî diÅŸo, ez jî herduyan diÅŸom… ÃŽdê got, „Ez ketim bextê te Seyda! Ez ê yekî wiha çawa peyda bikim?“ Seyda bi mizawirî rîya xwe mizda, got, „Ez heme heyrana te! Ê min ne tenê vexwarin, heya min serê xwe pê ÅŸuÅŸt. Hemû lebatên min pîroz in. Ä°lhez jî min sêzdeh tas av li kîrê xwe kir. Min hesabê rojeke wiha kir… Bi quran tu bi sihûd î cîran.“ ÃŽdê ji bêçaretî got, „De ya bi xêr!“ Seyda ÅŸeqên ÃŽdê ji hev veqetandin, ket nava wan û çîpên wê li nava xwe pêçan, berê wê da Rebê jor û li ser dilê we xwend terqîn quran… Ne kul, ne derd, ne jî guneh man li dora cîrana delal.
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin