HELBEST
Ji Taksîmê ketim basê û bas ber bi Mecîdiyekoyê ve meşiya. Ber êvarê bû, lewma jî tirimbêlek di qûna tirimbêlekê de trafîq bi meşa kîso diherikî. Sihûda min hebû ne şipiya bûm gidî. Yan na di wê trafîqê de bi şeref min ê pê bigirta… Li kêleka xanimeke bedew rûniştibûm, lewma jî ne xema min bû. Lê ez jî ne li ser bala xanimê bûm haa. Berguhka wê di guhên wê de ji xwe re li muzîkê guhdarî dikir û berê awirên wê li derve bûn. Min nahletek li çavê şeytên anî û ji tûrikê xwe pirtûkek derxist. Ji her sê pirtûkên di tûrik de, ya Occo Mahabad a bi navê „Helbestên Qehpik“ ket destê min. Haa bibore, wî ne „Helbestên Qehpik“ „Helbestên Qehbik“ nivîsiye. Qey qehpikên cem wan hîn qehpiktir in, lewma „p“ kiriye „b“. De ew zane, deve ye û bi serê xwe ye.
Bajarek nema
Jinek nema
Fikrek nema ku
Aramiyek bide destên min
Bêhna xwêdana xweneşoyan û bêhna xanimê hev dişuşt. Firnika min a çepê bêhna xanimê, firnika min a rastê jî bêhna xwêdana xweneşoyan dikşan nav kezeba min, hêleke kezeba min sermest, hêleke kezeba min jî bêhiş ketibû. Rebenên hestan jî bi helbestên Occo îşkence dikişandin.
Îro derketim derve
Li herderê bajêr
Herkes herkesî dixwe
Herkes ji xwe direve
Herkes dişibe herkesî
Piştî kêliyekê bas gihişt Şîşliyê û ew xanima li kêleka min peya bû. Xanimeke navosere hat li şûna wê rûnişt. Ew bi telefona xwe, ez jî bi Ocoyê xwe şitexilîm. Rebenê çavan digirîn, hewar hewara hestan e, lê ez her dixwînim.
Eyy birano
Eyy xwişkno
Ew milîtan birayê min bû
Bavê çar zarokan
Mêrê jineke qedirbilind
Şervanê gelekî bindest
Êdî hêdî hêdî nêzîkî rawestgeha ku ez ê lê peya bibim dibûm. Herçend xanima kêleka min xwest bala min bikişîne ser xwe jî, min guh nedayê û min terka Ocoyê xwe nekir. Berî peya bibim bi kêliyekê min pirtûk qedand û min xist tûrikê xwe. Bi peyabûnê re wek gundorek ji wan gundorên ser xaniyên kerpîçî yên Mêrdînê di ser min re derbas bûbe, min xwe betilî, westiyayî hîs kir. Trafîqê ez betilandibûm an Occo, nizanim…
tu kulîlkek bû
min tu bên dikir
ka kulîlka min ka
ka tu li ku yî ka
Li gorî nêrîn û fikra min, di nav helbestkarên bakurî de, çi ciwan, çi yextiyar, çi mirî, çi sax, Cemîl Denlî û Rênas Jiyan ji nav derxin, ên din tecawizî hest û helbestê dikin…
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda