Kovara „People“ magazîn, her sal jina herî seksî hildibijêre. Ê helbet bi vê hilbijartinê ne tenê jina herî seksî hildibijêre, herweha dil û hinavê zilaman jî diperitîne û doxîna wan şil û pil dike.
Kovara malxerab „People“ magazîn, lotikvana seksî, germik û nermik, tenûrgerm û şekirlêvî Scarlett Johansson wek jina herî seksî û bedew a 2013 an hilbijart.
Lê xwedê heye, Scarlett Johansson jî tê xwarin haaaaaaaa, gava meriv lê dinere, wek îsotên Ruhayê dev û lêvên meriv dişewitîne, hinavên meriv diperitîne, girêza devê meriv 25 metroyan diherikîne û derpî û şerwalên meriv ji ber xwe ve dişemitîne. Malxerabê wek şimamokên Mêrdînê ye, tu ji bêhn û spehîtîya wê têr nabî.
Ê helbet em behsa wan derman, makyaj û himra û bodrayan nakin canim, heke ne ji makyaj û qrêm û sabûnan be, belkî agirpêketê neyê xwarin jî.
Lê dîsa jî me qayîl e heyran. Bi xwedê Scarlettka me bê makyaj jî min bike mêrê xwe ez nabêjim na allahwekîl.
We go çi?
Amerîka
Xwedê jî dizane, milyaket jî dibînin ku doxîna min ji van jinikên nermik û germik re, ne şil dibe û ne jî sist dibe. Ji ber ku min 70 sal ebabet ji Xwedê re kiriye, 70 horî bide min. Enca ew perî ji van rindikên Lotikxanê nermtir û germtir in.
üfff bébavno.
xwedê mala bavê wê xera bike