Hisên ê Hebizbinî ji nexweşxanê vedigerîya. Bi rê de pêrgî (rastî) kalkê xwe Sofî Ehmed hat.
Sofî Ehmed jê pirsî:
– Tu ji ku tê xwarzê?
Hisên:
-Ez ji nexweşxanê têm..
Sofî Ehmed:
– Xêr e, qey tu nexweşî?
Hisên:
– Erê welle, tansiyona min çêbûye. Geh bilind dibeeeeeee û geh dadikeve. Geh radibeeeeeee û geh dadikeve..
Bû tîqtîqa kenê Sofî Ehmed û got:
– Naxwe nexweşîya te jî wek nexweşîya kîrê min e xwarzê..
Hisên:
-Nexweşîya kîrê te çilo?
Sofî Ehmed:
– Ê nexweşîya kîrê min jî wek tansiyona te ye wî. Geh radibeeeeee û geh dadikeve. Geh bilind dibeeeeee û geh dadikeve. Geh rep dibeeeee û geh sist dibe xwarzê..
Îcar van heyaman tansiyona me Kurdan bilind bûye. PKK û PYD êrîşî PDK û Barzanîyan dikin û wan dikin şirîkê çeteyên wek El Nusra. PDK PKK û PYD rexne dikin û wan dikin hevkar û şirîkê rejîma Esed. HUDA-PAR û PKK dest bi lotikên şer û pevçûnê dikin. Û bi dehan mînak û nimûneyên din..
Îcar tansiyona me bûye wek çi?
Bûye wek nexweşîya kîrê Sofî Ehmed.
Geh bilind dibeeeeee û geh dadikeve..
Geh bilind dibeeeeee û geh sist dibe…
Ê de xwedê aqûbeta me xêr bike rebbî…
lo bavo em ratî bibijin kum sorê me buye qalibê kîra. dibije kurdê dinjî cima un jî nabine qalibê kîrê reco u feto.kek lite ser xirê be heta qevdê xistinê te vekî borî ya xeta petrola kerkukê u ceyhalê