Belê, ji bo em kontenjanên vala tije bikin û dagirin, me dest bi pêvajoya lihevkirinê kir û em gîhane asta mizakereyan.
Yek ji wan lotikvanên ku me ew xistibû bala xwe û me sêva xwe li serê wê xistibû, lotikvana germik û nermik Jaclyn Swedberg xanim bû. Bedewa Playboy ê, xanima agirpêketî û tenûrgerm Jacklyn Swedberg, dilê me nehişt, em derbasî qefesa sîng û berên xwe kirin û dilê xwe ji me re vekir.
Li ser tijekirina çend kontenjanên eşîreta Lotikxanê, me xwest em nêta wê zanibin û buhayê lotikên wê bipîvin. Xanima seksî û meksî qet xwe aciz nekir û buhayê transferkirina xwe ji me re got. Got lê agir bi kezeba me xist, xwêsîya me di qirika me de hişt û cîh li me teng kir.
Xanima memiknerm gava buhayê transferkirina xwe got, çavê me wek zotika mirîşk û elokan fireh bûn.
Xanimê çi ji me xwest?
5 çewal dendikên zebeşên Diyarbekirê, 3 çewal meqerna ( ji ewa ku Erdogan li xelkê belav dike), 4 terektor nîskên Sêrtê, 6 kemyon zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî, 2 kîlo îsotên Ruhayê, 3 cot gore, 4 cot serkiras û binkiras, 7 cot pêlavên kabikbilind, 15 cûm benîştê binxetê, 3 xiyarên Mêrdînê û 12 teneke zeytûna Efrînê.
Hûn qelenê Jacklyn xanimê dibînin ne wilo?
Hey xwedê topa qiyametê li nav şeqê te xistê, ma em xwedîyê petrola Kerkûk û Mûsilê ne go em karibin van daxwazên te bînin cîh keçko?
Me digot pir pir Jacklyn xanim kîlok nîsk û 2-3 kîlo savar ji me bixwaze, me nizanîbû wê barê qantirekê li pişta me ke..
Axir, niha em di pêvajoya mizakereyan de ne gelî lotikvanan. Heke bi xêr û selamet hikûmeta başûrê Kurdistanê çend sîtil û bîdonên petrolê ji me re bişîne, belkî em karibin qelenê Jacklyn xanimê bidin û aştîyê pêk bînin wesselam…
Waşîngton
Yaho, qerdeşler. Lotikxane, wele bile û tele, te ez ji sicade û tizbiyê dûr kirime. Ez nivêj dikim, rojî dirim, zikat didim, diçim Mala Xwedê, lê gava têm û van nermikên germik di Lotikxanê de dibînim, hemû ebabetê min bi avê re diçin. Ez roja qeyametê dawedarê îmana Lotikxanê me… Bi 6 telaqên bê fewto û ricuhan, ez roja qeyametê dest dixim stûkura we û bernadim.
Her cara ku win van rindikan pêşkêşê xwendevanên xwe dikin, bi dehan kes êdî naçin ba jinikên xwe. Ez rece dikim ji neha û şûnde gava hewe van rindikan derxist jî, qene cileke tenik be jî li wan bikin. Bi xatirê we û şevbaş…
sofi